• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

    Sîpan Hemo wekî cîgirê Wezîrê Parastinê hat tayînkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li herêma komkujiyê bûn yek dil: Destên xwe yên qirêj nedin Rojava

Wan /AW

24 ÇILE 2026 - 14:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li navçeya Erdîşê êrişên li ser Rojavayê Kurdîstanê bi meş û daxuyaniyeke girseyî hat şermezarkirin û ev tişt hatin gotin: “We bav û kalên me jî qetil kirin û em îro li ser axa wan bangî we dikin; destên xwe yên qirêj nedin Rojava.”

Li navçeya Erdîşê a Wanê, bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kobanê dê ji bo DAIŞê bibe goristan” û “Bijî Rêber Apo” berz kirin û pankartên bi nivîsên “Rojava dê ji bo DAIŞê bibe goristan” û “Rojava xeta me ya sor e” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Parlementer, siyasetmedar, endam û rêbeberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û bi hezaran welatî tev li çalakiyê bûn.

‘Kobanê tu car nakeve’

Di daxuyaniyê de ewilî Dayika Aştiyê Saîde Ûlûgana axivî û diyar kir ku ew wekî Dayikên Aştiyê dixwazin demildest ev şer bisekine û aştî pêk bê. Saîde Ûlûganayê destnîşan kir ku bila dayîk êdî negirîn û zarokên xwe nespêrine axê û got: “Em ji bo ku aştî pêk were çûn meclîsê. Divê ev hewildanên me neyên paşguhkirin û aştî pêk were. PKKê tişta ku hewce bû kir vêca divê Baxçelî û hikûmet li ser gotinên xwe bimînin. Hişmendiya DAIŞê bêrêziyê bi meytên me jî dike. Lê bila dilê herkesî rehet be, Kobanê dê tucar nekeve.”

‘Kiryarên hovane yên li Rojava bibînin’

Parlementer Gulderen Varli jî axivî û diyar kir ku Rojava ne bi tenê ye û Rojava rûmeta Kudan e. Gulderen Varli bi bîr xist ku ew dê her tim û li her derê xwedî li Rojava derbikevin û ev tişt anî ziman: “Em îro li Erdîşê ne ku berî 95 salan komkujiya Zîlanê lê hatiye kirin. Çawa ku wê demê em li vir bûn, îro jî em li vir in. Tu kes nikare serî li me bitewîne. Em ê rizgariya Rojava jî bi hev re bibînin. We bav û kalên me jî qetil kirin û em îro li ser axa wan bangî we dikin; destên xwe yên qirêj nedin Rojava. Bila dinya kiryarên hovane yên li Rojava têne kirin bibîne.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Dayika Aştiyê Saîde ÛlûganaDest nedin RojavaErdîşGulderen VarliKomkujiya ZîlanêPiştgiriya Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gulderen Varli banga şopandina Çapemeniya Azad kir

Gulderen Varli banga şopandina Çapemeniya Azad kir

4 SIBAT 2026
Saziyên wêjeya Kurdî: Rojava çavkaniya yekîtiyê ye

Saziyên wêjeya Kurdî: Rojava çavkaniya yekîtiyê ye

2 SIBAT 2026
Sirri Sakik: Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye

Sirri Sakik: Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye

2 SIBAT 2026
Bijîşkên ji Başûr bi hawara Rojava ve çûn

Bijîşkên ji Başûr bi hawara Rojava ve çûn

2 SIBAT 2026
Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

2 SIBAT 2026
Sendîkayên Îngilîstanê: Piştgiriya Rojava bikin

Sendîkayên Îngilîstanê: Piştgiriya Rojava bikin

31 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (399)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne