Li Îdirê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrişên li ser Rojava meşek hate lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rojava hêviya gelê Kurd e.
Li Îdirê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrişên li ser Rojava meşek hate lidarxistin. Meşê li Kolana Cumhuriyetê destpêkir û heta Abîdeya Musa Anter berdewam kir. Hevşaredara DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr û Parlementerê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û pankarta bi nivîsa “Rojava xeta me ya sor e” hate hilgirtin.

‘Divê demildest deriyên sînor werin vekirin’
Piştî meşê li ber Peykerê Mûsa Anter daxuyanî hat dayîn. Hevşaredar Necla Demîr di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku pêwist e deriyên sînor demildest werin vekirin û alikarî ji Kobanê re bê şandin û got: “Em li ser vê axê aştiyê dixwazin, ji ber ku tişta pirsgirêkên gelan çareser bike aştî ye. Divê Tirkiye di meseleya Rojava de samîmî be, di aliyekî de gotinên biratiyê di aliyê din de şer nabe.”
‘Dê hêrsa gelê Kurd DAIŞê têk bibe
Pişt re Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn axivî. Yilmaz Hûn xwest ku biştgiriya ji bo Rojava were xurtkirin û êriş bên sekinandin û got: “Li ser gelê Kurd êrişên pirr giran hene, gelê Kurd li dijî van êrişan li ber xwe dide. Em li vê derê diyar dikin, Kobanê neket dê tu carî jî nekeve. Li Rojava zarok li ber sermayê dimirin. Jin rastî êrijan tên lê cîhan bêdeng e. Hêrsa gelê Kurd a mafdar dê DAIŞê û hevkarên wê têk bibe. Rojava hêviya gelê Kurd e.”
Piştî daxuyaniyê gel bi berzkirina dirûşmeyan belav bû.














