Platforma Jinan a Îzmîrê (IKP), bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê daxwazên xwe anîn ziman. Jinên ku li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan hatin cem hev, heta Pirtûkxaneya Penguenê meşiyan.
Platforma Jinan a Îzmîrê (IKP), bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê daxwaziyên xwe anî ziman. Di meşê de pankarta “Li dijî şer, xizanî û tundiyê em têbikoşin” hat hilgirtin û dirûşmên wekî, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî 8ê Adarê, bijî têkoşîna me”, “Neparêze, darizanîne” û “Kuştina jinan polîtîk e” hatin berzkirin. Gelek rêxistinên jinan beşdarî meşê bûn. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li Meydana Gundogduyê li hev civiyan û tevlî meşê bûn. Di meşê de Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubuk jî cih girtin.
Daxuyaniya çapemeniyê bi tirkî ji aliyê Zerrîn Korkmaz û Ilgin Çerîbaş ve, bi kurdî jî ji aliyê Emîne Bozdag ve hat xwendin.
‘Di du mehan de 45 jin hatin kuştin’
Di daxuyaniyê de Emîne Bozdag diyar kir ku dewlet dixwaze jinan di nav malê de heps bike û bedena jinan wekî amûreke polîtîk bi kar bîne û got: Di bin navê “teşwîqa zayînê” de, xebata bêewle û bi mûçeyên kêm li ser jinan tê ferzkirin. Di du mehên pêşîn ên sala 2026an de herî kêm 45 jin hatin kuştin û 43 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Em ê li pey rastiya mirinên gumanbar bin. Heya kujer neyên darizandin û kuştina jinan bi dawî nebe, em ê bêdeng nebin. Em ê qanûna 6284an bidin sepandin û em ê jiyaneke azad ava bikin.”
Çalakî piştî stranên koma muzîkê ya Harmonî bi coş û dirûşman bi dawî bû.














