Di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û 9emîn Meşa Şevê ya Feminîst a Îzmîrê bi sedan jin hatin cem hev û diyar kirin ku ew ê teslîmî paşverûtiyê nebin.
Di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û 9emîn Meşa Şevê ya Femînîst a Îzmîrê bi sedan jin hatin cem hev û ji ber Pirtûkxaneya Penguen a kevin a li Alsancakê kom bûn û ber bi Navenda Çanda Turkan Saylan ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Serhildana me ya feminîst sînorên ku jiyana me dorpêç dike ji holê radike” hat hildan û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî piştgiriya jinan” û “Jin şer naxwazin, aştiyê dixwazin” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û bi sedan jin tevlî meşê bûn. Daxuyanî bi kurdî ji aliyê Berfin Tunç ve, bi tirkî jî ji aliyê Baran Alan û Yagmur Çelîk ve hat xwendin.
‘Divê di mirinên gumanbar de rastî derkeve holê’
Berfîn Tunç destnîşankirin ku li dijî zext, paşverûtî û mêtingeriya kapîtalîzma patriyarkal têkoşîn û piştgirî hatiye mezin kirin û bal kişandin ser cînayetên jinan bêceza hiştina kujeran û got: “Em careke din diqîrin: Hemû mekanîzmayên dewletê berpirsiyar in ku rê li ber şîdeta li ser jinan û cînayetên jinan bigirin, di mirinên gumanbar de rastiyê derxin holê, ji bo dîtina jinên winda yên mîna Gulistan Doku lêpirsînên bi bandor bimeşînin û ji bo hemû jinan edaletê pêk bînin. Erka dewletê ye ku li dijî şîdeta mêr tevdîran bigre, cezayên giran bide kujeran û her cure sepanên ku şîdetê zêde dikin bi dawî bike.”
‘Em teslîmî paşverûtiyê nabin’
Berfîn Tunç diyar kir ku dema patrîyarka û kapîtalîzm dest didin hev, keda jinan nayê dîtin û got: “Îro em jinên Temel Conta û Digel Tekstîlê ku bi rojane li ber xwe didin, jinên karkerên depoya Migrosê yên ku bi berxwedanê bi ser ketin û hemû jinên li qadên berxwedanê yên mîna agirê şivên li çar aliyê welat pê dikevin, bi serhildan û piştgiriya xwe ya femînîst silav dikin. Em careke din daxwazên xwe yên derbarê keda xwe de dubare dikin: Em mûçeya wekhev, xebata ewledar, xizmetên lênêrînê yên bêpere, giştî, bi zimanê dayikê û bi kalîte dixwazin. Em ne piştgiriya civakî, em mafên xwe dixwazin. Em ê teslîmî paşverûtiyê nebin. Destên xwe ji jiyana me bikişînin. Em ji bo jiyanek wekhev û azad têdikoşin.”
‘Me xeta aştiyê ya ku sînoran ji holê radike hûnand’
Berfîn Tunç di dawiya daxuyaniyê de destnîşankir ku jin di têkoşîna ekolojî û mafên ajalan de jî jiyanê diparêzin û got: “Polîtîkayên şer li her derê cîhanê bedena jinan hedef digre. Li Xezeyê, li Rojava, li Îran, li Afganistan û li Sûriyeyê jin bi şîdet, sirgûn, xizanî û zextan re rû bi rû dimînin. Em dizanin ku êrîşkariya emperyalist û siyonist wekî ku îdia dike ‘azadiyê ji jinan re’ nayîne. Azadiya jinan bi destên wan ên bi xwîn nayê. Em jinên ku di aştiyê de bi israr in; jinên Tirk, Kurd, Ereb, Suryanî, Êzidî û LGBTI+ bi hev re xeteke aştiyê ya ku sînoran ji holê radike hûnand. Ev xet li dijî nijadperestî, mezhepgerî, zayendperestî, homofobî û transfobiyê xeta parastina jiyanê ye. Me li vê axê jî li dijî şerê ku zêdetirî çil sal in berdewam dike, tu carî dest ji gotina ‘Aştî’ û ji têkoşîna hevpar a ji bo aştiyê berneda. Tenê bi rawestandina çekan aştiyê nayîne. Bi domandina polîtîkayên ewlehiyê, sepanên antî-demokratîk û rê li ber girtina daxwazên gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk, dê dewlet nagihîje tu derî.”
Meşa Şeva Feminîst bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.















