Bi biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê werza duyemîn a sala perwerdeyê îro dest pê kir.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê werza duyemîn a sala perwerdeyê ya 2025-2026an îro da destpêkirin. Li gorî nûçeya ANHAyê desteyê, werza duyemîn îro li dibistanên Çilaxa, Tirbespiyê, Zirgan, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Qamişlo û Dêrikê û tevahiya gundewarên kantonê da destpêkir.
Perwerdehî bi boneya êrişên komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û çeteyên girêdayî Tirkiyê hatibû rawestandin. Piştî agirbest û Peymana 29ê Çile û avêtina beşek gavên entegrasyonê cardin perwerdehiya werza duyemîn dest pê kir.
Koçber li dibistana hatibûn cihkirin
Di encama êrişan de gelek malbatên koçber ên hatine Kantona Cizîrê li hinek dibistanan hatibûn bi cihkirin. Piştî rêveberiyê ev malbat li cihên guncaw bi cih kirin, dibistan ji nûve ketin xizmeta perwerdehiyê.













