Di xebatên kolandinê yên li navçeya Koyeyê de hejmarek bermahiyên dîrokî derketin holê. Di nav bermahiyan de ya ku herî zêde balê dikişîne, peykereke ‘jina ducanî’ ye ku dîroka wê digihêje 3 hezar sal Beriya Zayînê (B.Z). Ev vedîtin careke din bandora çanda dayiksalarî ya li Kurdistanê radixe ber çavan.

Xaka Kurdistanê ku dergûşa şaristaniyê ye, bi bermahiyên xwe yên di bin axê de careke din sirên dîroka jinê derdixe ser rûyê erdê. Li devera Gomeşîn a Şêxan a ser bi navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê, di encama xebatên rizgarkirin û kolandinê yên tîmên arkeolojiyê de, bermahiyên dîrokî yên gelek girîng hatin dîtin. Di nava bermahiyên ku dîroka wan digihêje 3 hezar salên Beriya Zayînê (B.Z.) de, bi taybetî derketina holê ya peykereke jina ducanî balkişand kişand.
Peykera jina ducanî nîşaneya çanda xwedawendiyê ye

Ji ber xebatên çêkirina rêya di navbera Koye û Hewlêrê de, metirsî li ser cihwarên dîrokî çêbû. Ji bo vê yekê tîmên arkeolojiyê ji bo rizgarkirina dîrokê dest bi kolandinên lezgîn kiribûn. Di encama van kolandinan de sê gorên dîrokî hatin dîtin. Serokê tîma kolandinê Arkeolog Hêmin Neman ku ji Rojnewsê re axivî, diyar kir ku di du goran de tabûtên taybet hene, lê dîtina herî balkêş û watedar di gora sêyemîn de derket holê. Di vê gorê de bermahî û nîşanên zayenda mê, bi taybetî jî peykereke jina ducanî hate dîtin.
Dîroka wan heta 3 hezar sal B.Z. diçe

Der barê xebatan de Berpirsê Navenda Bermahiyên Dîrokî ya Koyeyê Yekîtî Wahîd ragihand ku ji bo bermahî di bin xebatên projeya rê de nemînin û ji tunebûnê werin parastin, wan dest bi kolandinên rizgarkirinê kiriye. Arkeolog Hêmin Neman jî li ser girîngiya bermahiyan ev agahî dan: “Me gelek parçeyên dîrokî yên girîng dîtin. Dîroka van bermahiyan digihêje serdemên Part, Helenîstîk û heta sê hezar sal Beriya Zayînê (B.Z.). Di nava tiştên hatine dîtin de ji bilî gora ku peykera jinê tê de hatiye dîtin; metal, gog û gelek amûr û kelûpelên din ên ku ji bo karên rojane dihatin bikaranîn jî hene.”













