Li Meksîkayê, agir bi supermarketekê ket û 23 kes di agir de şewitîn.
Li paytexta Eyaleta Sonora ya Meksîkayê li Hermosilloyê, agir bi supermarketekê ket. Di demek kurd de agir li hemû marketê belav bû. Di şewata agir de 23 kes şewitîn. Waliyê eyaletê Alfonso Durazo, têkildarî bûyerê agahî dan û anî ziman ku herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane. Walî da zanîn ku gelek ji wan zarok in û 11 kes jî birîndar bûne û rakirin nexweşxaneyan.













