Baregeha Haşdî Şabî ya li Mûsilê ku ji êrişên li ser Kurdistana Federal berpirsyar dihat girtin, rastî bombebaranek giran hat.
Baregeha Tugaya 30emîn a Heşdî Şabî ya li bajarê Mûsilê hate bombebaran kirin. Hate angaştin ku ev baregeh wekî yek ji navendên êrişên li dijî Herêma Kurdistanê dihat bikaranîn. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku baregeha Haşdî Şabî bi giranî hatiye bombebaran kirin û di encama lêdanê de li baregehê şewat derketiye. Hate ragihandin ku di encama êrişê de xisarek mezin a madî çêbûye û baregeh hatiye asta ku neyê bikaranîn.













