• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê hate birîn

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Êlih û Sêrtê banga tevlibûna 1ê Gulanê hate kirin

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

    Siyasetmedarên Wanê gel vexwend çalakiya 1ê Gulanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Riha û Îdirê meş û şahiya 8ê Adarê

Navenda Nûçeyan / AW

8 ADAR 2025 - 17:05
Kategorî: JIN
A A
Bi boneya 8ê Adarê li Riha û Îdirê çalakî û şahî hatin lidarxistin. Jinan diyar kir ku Abdullah Ocalan bi bangawaziya xwe derî vekiriye.

Jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Riha û Îdirê jin daketin qadan û şahî li dar xistin.

Îdir

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Îdirê meşek li dar xist û piştre şahî li dar xist. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî şahiya ku bi dirûşma “Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hat lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Hevseroka Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Îdirê Fatma Kaya jî di bernameyê de axivî û got, “Bi salan e em hewl didin di bin zexta zîhniyeta serdest a mêr de bijîn. Em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku em ji nû ve kirine pêşengên civakê, bi hezkirin silav dikin. Pêşkêşkirina perspektîfa ku Rojhillata Navîn ronî kiriye ji me re bûye hêvî.”

Piştre Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Kezban Karasû axivî û roja hemû xebatkarên çapemeniyê yên jin pîroz kir. Kezban Karasû got, “Çanda dilsozî û îtaetê bi salan bi polîtîkayên tundiyê li ser jinan tê ferzkirin. Di dema şer de em jin bûn mexdûrên zîhniyeta mêr a desthilatdaran. Avakirina aştî û civaka demokratîk ancax bi jin û têkoşîna jinê pêkan e. Em vê berpirsyariyê dizanin.”

Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayigît silavên taybet ên Pervîn Buldan a di Heyeta Îmraliyê de ji jinên Îdirî re şandin ragihand û got, “Bila felsefeya me ya jin jiyan azadî her tim ji bo me hemûyan bibe hêviyek. Weke xwediyên felsefeya Jiyan Azadî em ala vê felsefeyê li her derê bilind dikin û em ê têkoşînê bidomînin. Em ê li her derê bi paradîgmaya azadiya jinê têkoşîna xwe bidomînin.”

Gulcan Kaçmaz Sayigît, careke din bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û got, “Birêz Abdullah Ocalan tevî şert û mercên giran jî banga aştiyê kir. Hem ji bo Tirkiyeyê, hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn hêviya xwe didomîne. Em jin bi vê wesîleyê soz didin ku em ê ji bo aştiyê gav bi gav li ber xwe bidin Em ê tu carî alên hevrêyên xwe daneynin, em ê wan hîn bilindtir bikin.”

Şahî bi stranên Koma Sorjiyan, dîlana govendê û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Riha

Platforma Jinan a Bajarê Rihayê ji Parka Novada heta Qada Topçu meşiyan. Parlamentera Riha ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, hevşaredarên jin ên şaredariyên DEM Partiyê, aktîvîstên TJA’yê yên Riha û gelek jin 7 salî heta 70 salî beşdarî meşê bûn. Jin bi cilûbergên xwe yên neteweyî û rengîn beşdarî meşê bûn, pankartên “Bi israr serhildan û Azdî”, “Dengê te zelal wê cîhanê şîyar bike”, “Em ê bi têkoşîna xwe jiyanê azad bikin” û “Bijî hevgirtina jinan”, “Ji qirkirina jinê re na” û “Peymana Stenbolê bikin meriyetê” hatin vekirin. Di tevahiya meşê de jinan bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Ji şer re na, aştî niha” qîriyan.

Meş li qada Topçu bi qîrîna dirûşmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. Berdevka Demê ya Platformê Gul Fehîme Bînîcî di daxuyaniya çapemeniyê ya li qadê da axivî û bal kişand ser geşedanên dîrokî yên 8’ê Adarê û bal kişand ser girîngiya rojê.

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî diyar kir ku jinan her tim li qadan daxwaza mafên xwe kirine û got, “Em li hemberî yên ku keda jinan paşguh dikin serî hildidin. Riha bajarê şaristaniyan e. Gobeklîtepe xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye. Li bajarekî wisa qedîm hê jî keda jinan nayê dîtin û herî zêde jin di şer de tên qetilkirin.”banga Civaka Demokratîk hembêz bikin.”

Dayika Aştiyê Emîne Sûer (85) ku tevî temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên tenduristiyê beşdarî meşê bû jî got, “Em aştiyê dixwazin. Ne leşker ne jî gerîla bila nemirin. Bila êdî aştî bê.”

Piştî daxuyaniyê jinan bi stranên Kurdî govend gerandin. Di bernameyê de mûmên bi nivîsa “Jin jiyan azadî” ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve li jinan hatin belavkirin.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    ‘Şano dikare bibe hilgirê sereke ya peyama aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê ev nezî 2 meh in ava vexwarinê şêlû diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev maça dawî ji bo Amedsporê maça man û nemanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ribêsan li ser dezgahan cihê xwe girt: Dermanê nexweşiyan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Weqfa Mezopotamyayê kovarên folklora Kurdî dîjîtalîze kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karayilan: Hikûmetê wek pratîk pêvajoyê rawestandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çeteleya cînayetên kar: Di sê mehan de 432 karker mirin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1029)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne