• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    Trump bi Barzanî û Bafil Talabanî re axivî

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    Îranê êrişî kampa partiya Kurd kir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şaredariya Amedê êdî dema şofêrên jin e

Lezgîn Akdenîz / AW

1 TÎRMEH 2025 - 08:02
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amede – Şofêra Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emel Menekşe Şen diyar kir ku 15 sal in şofêrtiyê dike û got: “Ev 20 roj in jî ez bi awayekî aktif li şaredariyê şofêrtiya otobosê dikim. Ez dixwazim ji hemû jinan re bibim mînak, bila zanibin ku di hundirê wan de cewhereke xurt heye.”

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî 8 salên qeyûm carek din ragihand ku wan gelek şofêrên jin girtine kar û ev şofêrên jin otobusên veguhestina giştî diajon. Yek ji van şofêrên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emel Menekşe Şen li ser çîroka şofêrtiya xwe û armanca xwe ji Ajansa Welat re axivî. Emel Menekşe Şen diyar kir ku 15 sal in şofêrtiyê dike û got: “Ev 20 roj in jî ez bi awayekî aktif li şaredariyê şofêrtiya otobosê dikim. Ez dixwazim ji hemû jinan re bibim mînak, bila zanibin ku di hundirê wan de cewhereke xurt heye. Bila jin xwe bibînin, bila bizanibin ku em natirsin, em hene.”

‘Zor û zehmetî derbas dibin’

Emel Menekşe Şen da zanîn ku dema wê ji bo şofêrtiya otobosê serî lê daye heval û nasên wê piştgirî dane wê û wiha got: “Her kesî digot em ji te bawer dikin, hevjînê min, malbata min gişkan piştgirî dan min, piştgiriya wan nebûya belkî min nikaribûya wisa rehet derketama ser dîreksiyonê. Rêwî jî ji şofêrtiya min kêfxweş in û piştgirî didin min. Karekî zor e lê dema ku însan hez bike dikare van zor û zehmetiyan jî derbas bike.”

‘Jin dikarin her karî bikin’

Emel Menekşe Şen bi lêv kir ku cihê jinan her cih e û ev yek anîn ziman: “Ez wek dayikekî hem li zarokên xwe dinêrim hem jî vî karî dikim. Em dikarin hemû karan jî bikin, bila tu jin nebêje em nizanin, em nikarin. Heke jin hinekî wêrek bin dikarin her karî jî bikin.”

Dayik dema wan dibînin kêfxweş dibin

Menekşe Şenê kêfxweşiya xwe ya ji ber nêzikatiya welatiyan anî ziman û got: “ Taybetî dayik dema ku min li ser dîreksiyonê dibînin pirr pirr kêfxweş dibin, min pîroz dikin. Ev kêfxweşiya wan jî hin zêdetir bi cesaretê dide min, dike ku zêdetir kêfa me ji karê me re bê. Hejmara me şofêrên jin bi giştî 12 ye, ez hêvîdar im em ê zêdetir jî bibin.”

Etîket: Saredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Promiyera lîstika Xewna Şeveke Havînê hat lidarxistin

Promiyera lîstika Xewna Şeveke Havînê hat lidarxistin

28 SIBAT 2026

Li Amedê dê ‘Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê’ bê lidarxistin

23 SIBAT 2026
Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

23 SIBAT 2026
Li Amedê konsera pirzimanî: Stranên netewan olan da

Li Amedê konsera pirzimanî: Stranên netewan olan da

21 SIBAT 2026
Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

Ji bo meşa 21ê Sibatê bang: Ziman xelata dilê mirov e

19 SIBAT 2026
Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

16 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gulten Kişanak: Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • CENTCOM: Li Kuweytê 3 balafirên şer bi xeletî hatin xistin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (92)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne