Li Şemzînanê bi pêşengtiya ciwanan li dijî erîşên ser Rojava meş hat lidarxistin.
Li taxa Navşarê ya Şemzînan a Colemêrgê bi pêşengtiya ciwanan li dijî êrişên ser Rojava çalakî hat lidarxistin. Girse bi pêxistina meşaleyan dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Yek e yek e yek e, Kurdistan yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de strana “Bijî bijî Rojava” hat gotin.
Piştî demekê polîs pêşiya meşê girt û nehişt girse bimeşe.














