Li Silopya jina bi navê F.A (27) ku tundî lê hat kirin rakirin nexweşxaneyê û rewşa wê giran e.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin li taxa Vatanê ya bajaroka Gite ya navçeya Silopya Şirnexê jina bi navê Fatma Aslan (27) îro ji aliyê birayê xwe rastî tundiyê hat. Li gor îdiayan piştî tundiya ji aliyê bira Kadrî Aslan pêk hatî Fatma Aslan xwe weris daliqandiye û li ser vê yekê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Silopya. Ji ber ku rewşa Aslan giran bû sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat kirin. Li gor agahiyên hatine bidestxistin di navbera Silopya û Cizîrê de 3 caran dilê Aslan sekiniye û niha hatiye entûbekirin.
Ji aliyê din ve li gor agahiyên çavkaniyan dane ajansa me, Kadrî Aslan hatiye hatiye binçavkirin û li Qeleqola Cendirmeyan a Gite tê girtin.