Li Stenbolê ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mitîng hate lidarxistin. Di mitîngê de hate diyar kirin ku bi serhildana wan ya ku ji malan, kolanan, cihên kar û kampusên zanîngehan bilind dibe, ew ê li dijî pergala kapîtalîst-emperyalîst ji bo jiyana xwe serî hildidin û hate destnîşankirin ku divê Abdullah Ocalna azad bibe.
Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Jinan 8ê Adarê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Peykera Bogayê ya Kadikoyê ber bi Îskeleya Kadikoyê meşek hat lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, aktivîstên TJAyê, rêveberên DEM Partî, DBP û HDKê, saziyên jinan, partiyên siyasî û gelek jin tev li meşe bûn. Di meşê de diruşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Li Îskeleyê meş bi dawî bû û paşê li Qada Îskeleyê mitîng hate lidarxistin.

‘Divê di serî de birêz Abdullah Ocalan û tevahî girtî werin berdan’
Li vir ewilî Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt axivî û 8ê Adarê jinan pîroz kir û got: “Îro jinên Kurd bûna pêşeng. Jinên ku têkoşiyana ji bo jiyanekê azad silav dikim. Jin cîhan, av û hebûn e. Îro Rojhilata Navîn xwîn dirijê. Pêvajoya ku 27ê Sibatê dest pê kiriye lê hê jî tu gav nehatiye avêtin. Divê di serî de birêz Abdullah Ocalan û tevahî girtî werin berdan.”
Paşê daxuyanî hat xwendin, daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJAyê Ayşe Aksoy ve hate xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
‘Em jin li dijî xizanî, tundî, kedxwarî û şer serî hildidin’
“Bi serhildana me ya ku ji malan, kolanan, cihên kar û kampusên zanîngehan bilind dibe, em li dijî pêrgala kapîtalîst-emperyalîst ji bo jiyanên xwe serî hildidin. Em jinli dijî xizanî, tundî, îstîsmar û şer serî hil didin. Em ji bo jiyaneke wekhev, azad û ewle têdikoşin.
Em ji ber mûçeyên di bin xeta hejariyê de, bihayê jiyanê yêbilind û bacên zêde, bi hejariyê re rûbirû ne. Budçe ji karker û jinan tên kêmkirin û ji bo faîzê, projeyên avakirin-xebitandin-veguhestin û şer tên veguhestin. Di bin navê “piştgiriya jiyana malbatî û kar” de, karê nerm û ne ewle di nav jinan de têbelavkirin. Her ku xizanî kûrtir dibe, barê karê malê – xwedîderketina li kal û pîran, nexweşan, kêmendam û zarokan– hê girantir dibe.
Em red dikin ku jiyana xwe teslîmî vê pêrgalê bikin, ya ku biragihandina “Sala Malbatê” û bi sînordarkirina me di nav çar dîwaran de hewl dide vê kedxwariyê rewa bike.
Em karê bi ewle û jiyaneke bi ewle dixwazin
Lê em nikarin ji boheman karî mûçeyek wekhev werbigirin. Mafên me yênsendîkayê tên binpêkirin, û em dikarin ji ber tevlîbûnasendîkayê ji kar bên avêtin. Em li cîhê kar rastî tacîz, tundî û zordestiyê tên. Ji ber kêmasiya baxçeyên zarokan û xizmetên lênêrîna zarokan, an em neçar dimînin ku bi karên ne ewle razî bibin an jî ji hêza kar tên dûrxistin. Di karên ku em dikin de jî, em her roj rûbirûyî mirinê dimînin.
Şeş karkerên jin ên ku di şewata Dilovasiyê de jiyana xwe jidest dan, careke din nîşanî me dan; ev mirin ne qedera me ye û ne jî qeza ye. Ev kuştineke pîşesaziyê ye. Ev pêrgal ji jinan re ji îstîsmar û mirinê pê ve tiştekî pêşkêş nake. Lê em teslîm nabin. Berxwedana çîna karker li her derê mezin dibe.
Em li her qada jiyanê de rûbirûyî tundiya mêran dibin
Li malê, li kar, li kolanan, em bi awayên cuda yên tundiyêdorpêçkirî ne, ji destdirêjiya sekse bigire heta tacîzên zimanî, ji reşkirinê heta gefan. Li şûna ku rê li ber vê tundiyê bigire, dewlet gelek caran parêzvaniya sûcdarên mêr dike û wan bêsûc dike. Di sala 2025an de, herî kêm 294 jin hatin kuştin, diheman demê de 297 jin di bin şert û mercên bi guman de mirî hatin dîtin. Di du mehên pêşîn ên sala 2026an de, 45 jin hatinkuştin, û 43 jin di bin şert û mercên bi guman de mirin. Em liwelatekî dijîn ku her roj 6 jin têne kuştin.
Ewqas ji berxwedana me ditirsin ku heta keziyên me jî dibin kabûsa dewletê
Heta keziyên zarokeke 16 salî jî dikare bibe hinceta girtinê. Têkoşîna jinên ku li Filîstîn, Rojava, Îran û Efxanistanê li berxwe didin, têkoşîna me ye. Têkoşîna azadiya jinan mezin dibe. Dirûşma ‘Jin, Jîyan, Azadî’ li seranserê cîhanê deng vedide. Em dibêjin, ‘ez ne azad im heta ku hemû jinên cîhanê azad nebin’. Em ê dev ji hev bernedin. Em piştgiriya jinan a navneteweyî li dijî êrişkariya emperyalîst berfireh dikin.
Ew ên ku bi emperyalîzmê re hevkariyê dikin, ew ên ku faîlandiparêzin, jinên ku li ber xwe didin digirin. Dosyeyên hevalên me, endamên Meclîsa Jinên Sosyalîst û Jinên Ciwan ên Azad, tomarên çalakiyên 25ê Mijdarê û 8ê Adarê dihewînin, di heman demê de azadiya gelek jinên girtî bi awayekî kêfî tê taloqkirin û jinên ku li ber xwe didin rastî tundiya dewletê ya sîstematîk tên.”














