Lîstika “Bekoyê Ewan” a koma şanoya Yenîsahneya Batmanê cara yekemîn li Amedê derket pêşberî şanohezan.
Lîstika “Bekoyê Ewan” a Yenîsahneya Batmanê li ÇandAmedê bû. Lîstikek nû ye. Lîstik ji aliyê koma Yenîsahneyê ve hatiye amadekirin. Lîstik qala evîna Mem û Zînê û fesadiya Bekoyê Ewan dike. Lîstika ku derhenêriya wê Îhsan Arat kiriye, cara yekemîn e li Amedê derdikeve pêşberî temaşevanan. Bi sedan şanohez hatin temaşeya lîstikê. Di lîstikê de wêneyê Ehmedê Xanê jî hatibû daliqandin û lîstikvan di bin siya Ehmedê Xanî de performansa xwe dan nîşandan.
Temaşevan bi kêfxweşiya temaşevanan derket ser dikê. Lîstikê bi kêliyên pêkenokî dest pê kir. Seranserî lîstikê temaşevan bi gotin û liv û tevgerên lîstikvanan keniyan.
Êş û xema ji ber evîna Mem û Zînê ku dide nîşandan di nava lîstikê de xwe bi kêliyên pêkenok û kêfxweş dide jibîrkirin. Fesadiya Beko wek her carê xwe di lîstikê de da nîşandan û Beko ket nava hewldanên ku Mem û Zînê negihîjin miradê xwe.
Di dawiya lîstikê de lîstikvanan ewilî bejna xwe li ber wêneyê Ehmedê Xanî tewandin û paşê jî bi silavdayînê xatirê xwe ji temaşevanan xwestin. Di vê kêliyê de temaşevanan li ser pêya ji lîstikvanan re li çepikan dan.
Yakûp Selîmoglû yê ku alîkariya derheneriya lîstikê kiriye û rola Beko dabû ser milê xwe axivî û spasiya hemû temaşevanan kir. Yakûp Selîmoglû diyar kir ku ew ê di mehên pêşiya me de jî werin Amedê û derkevin pêşberî şanohezan û xwest her kes xwedî li şanoya Kurdî derkeve.