Namzedê Serokwezîriya Iraqê Nûrî el-Malîkî, derbarê rewşa Sûriyeyê de axivî û got ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji “terorîstên ku berê li Iraqê hatine girtin” pêk tê.
Serokwezîrê Iraqê yê berê û her wiha namzedê serokwezîriya Iraqê Nûrî el-Malîkî ji medya Iraqê re axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li Sûriyeyê. Malîkî diyar kir ku Sûriye niha di bin kontrola Tirkiye û Îsraîlê de ye û ew bawer nake ku ev hêz bikaribin welat birêve bibin.
Malîkî di axaftina xwe de got ku kesên niha li Sûriyeyê desthilatdar in, berê li Iraqê di girtîgehan de bûn. Malîkî wiha got: “Sûriye îro di bin bandora Tirkiye û Îsraîlê de ye. Hikûmeta ku welat birêve dibe, ji wan terorîstên ku berê li Iraqê hatibûn girtin pêk tê.”
Pirrengiya Sûriyeyê
Malîkî bal kişand ser pirrengiya etnîkî û olî ya li Sûriyeyê û gumanên xwe bi van gotinan anî ziman: “Gelo hûn birastî bawer dikin ku ev pêkhate dikarin welatekî ku ji aliyê etnîkî û olî ve ewqas dewlemend û cihêreng e, bi awayek adil û rast birêve bibin?”













