Meclîsa Jinan a DEM Partî ji bo şewirmenda Salîha Aydeniz û rojnameger Dîlan Karaman ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû û derbarê mirina wê de raporek hatibû weşandin daxuyaniyeke niviskî da û xwest rapor paşve bê kişandin.
Meclîsa Jinan a DEM Partî tekildarî rapora 5 saziyên jinan ku derbarê şewirmenda Salîha Aydeniz û rojnameger Dîlan Karaman ku di 27ê Mijdarê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyeke niviskî da.
Daxuyanî wiha ye: “Xemgîniya windakirina hevala me ya hêja Dîlan Karaman hîn jî teze ye. Wekî Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi rêzgirtina ji bo bîranîna hevala me Dîlan û berçavgirtina rêgezên têkoşîna me ya rizgariya jinan, nirx û ezmûnên me yên hevpar, em pêşniyar û daxwaz dikin ku rapora ji hêla komîsyona ji 5 rêxistinên jinan ve derbarê mirina hevala me de hatiye weşandin, paşve bikşînin.
Her wiha wekî Meclîsa Jinan em soza xwe ya ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe û çareserkirina kêmasiyên xwe di vê mijarê de dubare dikin. Her wiha em dixwazin were zanîn ku heya ku hemû rastiya derbarê mirina Dîlan de derkevin holê em ê pêvajoyê bi hesasiyet bişopînin. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê dê nîqaş û nirxandinên berfireh ên hemû lijneyên peywendîdar li ser vê mijarê di zûtirîn demê de bi raya giştî re prve bikin. Em Dîlan a ku bi hevaltî û hevgirtina xwe xebata me xurt kir, bi hezkirin, rêz û hesret bi bîr tînin.”













