• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

    MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

    MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

    Hevşaredarên Misircê: Bingeha karesatê xemsariya saziyên dewletê ye

    Hevşaredarên Misircê: Bingeha karesatê xemsariya saziyên dewletê ye

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    MED TUHAD-FEDê kongreya xwe li dar xist

    Dewaya Gulîstan Doku de 6 kesî bînî zî ameyê girewtene

    Di doza Gulistan Dokuyê de 2 kesên din hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

    MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

    MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

    Hevşaredarên Misircê: Bingeha karesatê xemsariya saziyên dewletê ye

    Hevşaredarên Misircê: Bingeha karesatê xemsariya saziyên dewletê ye

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    MED TUHAD-FEDê kongreya xwe li dar xist

    Dewaya Gulîstan Doku de 6 kesî bînî zî ameyê girewtene

    Di doza Gulistan Dokuyê de 2 kesên din hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

Amed / AW

25 NÎSAN 2026 - 12:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MED TUHAD-FEDê Kongreya xwe ya Asayî ya 4emîn li Amedê li dar xist. Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di kongreyê de axivî, destnîşan kir ku dê bi kilîta Îmraliyê deriyê aştiyê vebe û got: “Kêliya ku statuya Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan were naskirin, wê kilîtên hemû girtîgehan werin vekirin.”

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MEDê (MED TUHAD-FED), Kongreya xwe ya Asayî ya 4emîn li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasê ya Amedê li dar xist. Di kongreyê de Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar, siyasetmedar Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mabûn, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit Mehmet Kamaç, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Dayîkên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes amade bûn.

Li eywanê pankartên “Azadiya Jinan Avakirina Civaka Demokratîk e” û “Bi Civaka Demokratîk Ber Bi Rêbertiya Azad Ve” hatin daliqandin. Li eywana salonê girseyê dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” berz kirin. Kongreyê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest danê bi deqîqeyeke rêz girtinê dest pê kir û beşdarvanan siruda Çerxa Şoreşê xwendin. Piştî rêzgirtinê sînevizyona ku hatibû amadekirin hate nîşandan û girseyê bê navber dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.

Peyama girtiyan: Civak bi rêxistinbûnê dikare hebûna xwe biafirîne

Ji aliyê girtiyên siyasî ve peyamek ji kongreyê re hate şandin. Peyamê ku endamê dîwanê Aydin Dînler xwend bi vî rengî ye:“Di vê serdema dîrokî de ku em xebatên avakirina aştî û civaka demokratîk dimeşînin, em kongreya ku hûn li dar dixin bi rêzeke mezin silav dikin. Em silav, rêz û hezkirinên xwe pêşkêşî hemû kesên ku niha di salona kongreyê de amade ne, dikin. Em spaskirina hemû kesên ku di pêkanîna kongreyê de keda wan heye, ji bo xwe wekî deynekî dibînin. Amûra netewe-dewletê ku sêpêya bixwîn a modernîteya kapîtalîst e, xaka Anatoliya û Mezopotamyayê veguherand goristana gelan.

Bi destê vê amûrê ku çeka lêder a pergalê ye, li Rojhilata Navîn bi dehan ziman û çand wekî kulîlkan hatin çilmisandin û rastî qirkirinê hatin. Ev ziman, çand û ev deryaya baweriyan a ku adeta mîna muzeyên vekirî li holê disekinin, niha di arîfeya wan rojan de ne ku dê li ser kokên xwe yên resen ji nû ve şîn bibin. Her yek ji wan, wekî rengên azad ên baxçeyê neteweya demokratîk, dê bi aştî û civaka demokratîk re ji nû ve şîn bibin. Hêza ku dê van hemûyan ji nû ve rake ser pêyan û şîn bike; civakeke rêxistinkirî, zana, xwedî îrade, azad û komunal e.

Civak tenê bi vê yekê dikare heyî be. Li derveyî vê yekê, civak nikare hebûna xwe biafirîne. Em ji dil bawer in ku ev kongreya ku berhema îradeya bi hezaran mirovên rêxistinkirî ye, dê hêz û enerjiyeke mezin bide pêngava aştî û civaka demokratîk. Bi kelecana wê roja ku em ê bi Rêbertiya Azad re di avakirina civaka demokratîk de bigihin hev, em we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikin.”

Uçar: Birêz Ocalan bi têkoşîna xwe dîroka sed salî berovajî kiriye

Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku girtîgeh ji bo cezakirina gelê Kurd hatine avakirin, lê belê tevî vê yekê gelê Kurd têkoşîneke mezin daye û bi ser ketiye. Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Gelekî ku di welatekî de tê înkarkirin, berpirsyariya herî mezin a avakirina demokrasiyê ya li wî welatî digire ser milê xwe. Bi zimanê xwe yê ku tê înkarkirin, li ser zemîna siyaseta demokratîk, soza avakirina jiyaneke bi rûmet dide kesên ku li ser vê xakê dijîn. Xwezaya vê pêvajoyê bi xwe, têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna Rêberê Kurd û têkoşîna parastin û zindîkirina hemû nirxên gelê Kurd e. Gelê Kurd û Birêz Ocalan, hem bi têgehên xwe hem jî bi têkoşîna xwe, dîroka sed salî berovajî kiriye. Tişta ku di dîroka sed salî de wekî ‘nabe’ dihate dîtin, ji nû ve ji Rojhilata Navîn û cîhanê re vegot. Li her derê pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nîqaşkirin, lê li Tirkiyeyê nayê nîqaşkirin. Heya ku dewlet çavên xwe digire û lal dibe, pêşvebirina vê pêvajoyê ji me re dimîne. Dema ku ev pêvajo dihate ragihandin, kesên ku Rêber Abdullah Ocalan herî zêde pê bawer bû hûn in, em in. Ji ber ku we her yekî têkoşîna 50 salî li ser milên xwe hilgirt. Hinek ji we li ber girtîgehan, hinek di girtîgehan de, hinek jî di siyaseta demokratîk de. We hêviya xwe winda nekir. Yek ji cihên sereke ku we hêviya xwe lê winda nekir, têkoşîna di girtîgehan de bû.”

‘Ev gel dê bi kilîta Îmraliyê deriyê aştiyê veke’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser zext û îşkenceyên ku di rojên dawî de li girtîgehan pêk tên û bi bîr xist ku di saleke dawî de 818 girtiyan ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane. Çîgdem Kiliçgun Ûçar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li ber girtîgehan bin, em ê bi hemû hevalên xwe yên di girtîgehan de re di nava hevgirtinê de bin. Kêliya ku statuya Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan were naskirin, wê kilîtên hemû girtîgehan werin vekirin. Pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, tenê pêwîstî bi keda me ya zêdetir heye. Ev gelê ku heta îro ji riya xwe vengeriyaye, dê bêyî ku riya xwe dirêj bike bigihe aştiyê. Dê bi kilîta Îmraliyê deriyê aştiyê veke.”
Hevserokên nû hatin hilbijartin

Piştî axaftinan raporên xebat û maliyê hatin xwendin. Dû re di hilbijartinê de Kerem Canpolat û Pinar Sakik Tekîn careke din wekî hevserokên MED TUHAD-FEDê hatin hilbijartin. Her du hevserokan piştî hilbijartinê spasiyên xwe pêşkeşî beşdaran kirin û dan zanîn ku ew ê ji bo azadî, aştiyê bêtir têbikoşin û dê ji bo deriyê girtîgehan bên vekirin xebatên xwe xurttir bikin.

 

Etîket: Çigdem kiliçgun UçarKerem CanpolatKongreya Asayî ya 4emînMED TUHAD-FEDPinar Sakik Tekîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

MED TUHAD-FEDê kongreya xwe li dar xist

25 NÎSAN 2026
Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

24 NÎSAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ya ku em pîroz dikin ji nû ve zayîna me hemûyan e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ya ku em pîroz dikin ji nû ve zayîna me hemûyan e

3 NÎSAN 2026
‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

26 ADAR 2026
MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

25 ADAR 2026
Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

Li Newroza Wêranşarê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin

17 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in di binçavan de ye

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç û 19 kesên girtî tehliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kanîreşê li dijî talana xwezayê meş û mitîng hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgim û Kanîreşê têkoşîna man û nemanê: Jeotermal an jiyan?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunera destkariyê bi saya jinan hê jî zindî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ardil Çeşme li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhat Çakmak: Gavên qanûnî neyên avêtin pêvajo dê bikeve xetereyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (883)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne