• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 8ê ADARA 2026an

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    Netanyahû gef xwar balefiran bobardiman kir: 4 kes mirin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 8ê ADARA 2026an

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meral Daniş Beştaş: Em mûxatab in ne şirîkê desthilatê ne

Amed / AW

12 COTMEH 2025 - 17:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş di panela bi navê ‘Em aştî û çareseriyê diaxivin’ de axivî û got: “Em di meclisê de ji bo pêşî li pêvajoyê vekin tevdigerin. Em mûxatab in ne şirîk û hevkarê desthilatê ne.”
Partiya Kedê (EMEP) li Çand Amedê bi navê “Em aştî û çareseriyê diaxivin, ji bo nan aştî û azadiyê ber bi têkoşînê!” bi tevlibûna Hevberdevka HDKê û Endama Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca û Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu panel li dar xist. Moderatoriya panelê rojnameger Vecdî Erbay kir.
‘Em ji bo alîgiriya aştiyê hatin cem hev’
Rêvebera Partiya Kedê ya Amedê Nurgul Yeşîl di axaftina vekirinê de anî ziman ku ew li dijî pêvajoyên şer û pevçûnan ji bo alîgiriya aştiyê bikin hatine li cem hev û got: “Em li dijî polîtîkayên desthilatê yên alîgiriya sermayeyê dikin, mafê karker jin û ciwanan biparêzin hatin li hel hev. Bijî ked, nan û azadî.”
Moderator Verdî Erbay destnîşan kir ew ji bo ev pêvajo jî wekî pêvajoyên berê nexitime hatine li ba hev. Vecdî Erbay çawaniya meşandina panelê vegot û mafê axaftinê da axiveran.
‘Ev pêvajo têk biçe dê ne wekî berê be’
Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu di destpêkê de mafê axaftinê girt, destnîşan kir ku pêdivî bi vegotina destpêka pêvajoyê nake û wiha got: “Ji salên 1980 heya niha 13 hewldanên aştiyê çêbûn. Herî dawî sala 2013an de jî pêvajo destpê kir û bi rakirina maseyê bi dawî bû. Heke vê carê jî ev pêvajo têk biçe em ê venegerin cihê ku me dest pê kiriye. Ji ber heya niha tu muatabakat çênebûne. Divê 2-3 hefteyên li pêşiya me meclis dest bi amadekirina qanûnan bike.”
‘Her sal ji bo şer 100 mîlyar dolar tê xerckirin’
Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku gelek saziyên sivîl, aborî, ked, maf û demokrasiyê xebat dan meşandin û wiha got: “Her sal 100 mîlyar dolar ji bo şer tê xerckirin. Heya niha nêzî 60 hezar kes jiyana xwe ji dest dan. Li Başur, Rojava û dîasporayê pirsgirên ku bi şer re têkildar in tên jiyîn. Lewma divê gavên bawerî didin bên avêtin.”
‘Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan me şaş kir’
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser gava ewil a destgirtinê ya Serokê MHPê Devlet Bahçelî û got: “Bi rastî di qada siyasetê de ne gava Devlet Bahçelî lê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan me şaşwaz kir. Ji ber gavekî dîrokî û mezin bû.”
‘Herkes li hember kamerayan bêdeng e’
Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku hin derdor pêvajoyê wek “pêvajoya bêteror” pênase dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdan dikin sedem û bingeha pirsgirêkê. PKKê ji ber tu rê tunebûn çekê girt. PKK û desthilat jî vê yekê tîne ziman. Lê belê kes li hember kamerayan vê rastiyê nabêje. Mînak Bulent Arinç jî wiha got, ‘Li şûna PKKê em bana, em jî dê derketina çiya’. Me herî dawiyê li ser nav li hev kir. Lê belê divê ev zimanê bêbaweriyê ava dike, were terikandin.”
Meral Daniş Beştaşê bi bîr xist ku ew ji bo di meclisê de bi roleke çêker tevbigerin û ev tişt gotin: “Em ê heftêyên li pêş rapora xwe ya derbarê hevdîtin û xebatan amade bikin. Lê belê di vê mijarê de lihevkirinek nîn e. Her partî wisa xuya dike ku dê rapora xwe amade bike.
Di berfirehiya axaftina xwe de Meral Daniş Baştaş anî ziman ku ew ê amadehiya qanûnan bikin û wiha pê de çû: “Mînak dê endamên PKKê piştî ku çekê berdan dê çawa bên em ê bixebitin. Herwiha girtiyên ji ber axaftin û gotinên xwe li hûndir û derve ne divê bi rehetî derkevin. Dîsa mafê ziman û perwerdeya zikmakî dê çawa were pêkanîn em amadehî dikin. Dê ev pêşniyarên qanûnan biçin komîsyonên îhtîsasê. Heke lihevkirinek hebe dê ev bibin qanûn û dê li meclisê bên pêşiya me.
‘Em muxatab in ne şirîkê AKPê ne’
Di berdewama axaftina xwe de Meral Daniş Beştaş bal kişand ser zimanê bêbaweriyê di nava civakê de belav dike û wiha got: “Tevî ku pêvajo heye divê zimanê bêbawriyê ava dike were terikandin. Divê êrişên li dijî CHPê demildest werin sekinandin. Ev berteka pêvajoyê ye û dixwazin wey em van tiştan pêk tînin. Em ne şirîk û hevkarên desthilatê ne em tenê muxatab in. Divê ev yek baş were zanîn.”
Herî dawî Parlamentera EMEPê ya Dîlokê Sevda Karacayê di panelê de axivî û li ser mijara Komkujiya 10ê Cotmehê sekinî û got: “Ji ber berpirsên Komkujiya 10ê Cotmehê nehatin darizandin, metirsî li ser vê pêvajoyê heye. “
‘AKP ket pêvajoya avakirina tifaqeke nû’
Sevda Karacayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser grîngiya tifaqa ked û demokrasiyê û wiha derbirî: “Em pir zelalî dizanin ku desthilata AKPê ket pêvajoya avakirina tifaqeke nû. AKP bi gelek tifaqên xwe re hatiye hemberî hev. Hemû çîn niha bi AKP re pêşeroja xwe nabînin. Ev lêgerîna desthilatê dibe ku me bibe pêvajoyeke gelek xirabtir. Lê heke em eniya muxalefet û kedê tifaqa xwe xur bikin em ê tifaqa nan û aştiyê bi hêz bikin.”
Panel piştî pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Etîket: AmedPanelpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

7 ADAR 2026
Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

7 ADAR 2026
Li Wanê panela aştiyê: Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye

Li Wanê panela aştiyê: Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye

7 ADAR 2026
‘Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî piştgiriyê didin kampanyaya Rojava’

‘Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî piştgiriyê didin kampanyaya Rojava’

6 ADAR 2026
Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn

Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn

28 SIBAT 2026
Li Wanê panela ‘Di avakirina civaka demokratik de rola ciwanan’ li dar xistin

Li Wanê panela ‘Di avakirina civaka demokratik de rola ciwanan’ li dar xistin

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (291)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne