Mihrîcana Zarokan a Navçandî li Çand Amedê di roja sêyemîn de bi lîstokên Şanoyan, lîstoka Pandomîmê û konserê bicoş bi dawî bû.
Bi pêşengtiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok 26ê Îlonê “Mihrîcana Zarokan” destpê kiribû. Mihrîcanê di roja sêyemîn de li ÇandAmedê berdewam kir. Gelek zarok û malbat tevî mihrîcanê bûn.
Mihrîcana Zarokan di roja sêyemîn de saet 13.00an de bi Şanoya Bajarê Amedê lîstika “Keçelok” destpê kir. Mihrîcanê piştî lîstika “Keçelok” saet 18.00an de bi şanoya Çîrokan a Moyo, Şowa Pandomîmê ya Îlker Kiliçer û Konsera Stranên Zarokan a Şubadapê berdewam kir.
Zarokan şano û Şowa Pandomîm temaşekirin. Piştî guhdarkirina Konsera Stranên Zarokan a Şubadapê bernameya Mihrîcana Zarokan bi coş bi dawî bû.














