• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baroya Wanê giliyê kîn û nefretê kir

    Baroya Wanê giliyê kîn û nefretê kir

    ‘Divê Kongreya Yekitiyê pêk were’

    ‘Divê Kongreya Yekitiyê pêk were’

    UNESCO: Ewlehiya rojnamegeran kêm bû, otosansûr zêde bû

    UNESCO: Ewlehiya rojnamegeran kêm bû, otosansûr zêde bû

    Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

    Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

    ‘Heta mafê mirovî pêk tê dê têkoşîna me bidome’

    ‘Heta mafê mirovî pêk tê dê têkoşîna me bidome’

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baroya Wanê giliyê kîn û nefretê kir

    Baroya Wanê giliyê kîn û nefretê kir

    ‘Divê Kongreya Yekitiyê pêk were’

    ‘Divê Kongreya Yekitiyê pêk were’

    UNESCO: Ewlehiya rojnamegeran kêm bû, otosansûr zêde bû

    UNESCO: Ewlehiya rojnamegeran kêm bû, otosansûr zêde bû

    Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

    Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

    ‘Heta mafê mirovî pêk tê dê têkoşîna me bidome’

    ‘Heta mafê mirovî pêk tê dê têkoşîna me bidome’

    ROJEVA 28ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

Navenda Nûçeyan / AW

30 TÎRMEH 2025 - 13:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Desteya Serokatiyê ya MSDê di civîna xwe ya asayî de awayên çalakkirina pêvajoya siyasî li Sûriyeyê gotûbêj kirin. MSDê banga destpêkirina diyalogeke berfireh ji bo pêkanîna hevkarî û edaletê kir.

Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya asayî li Hesekê li dar xist. Hevserokên MSDê Leyla Qereman û Mehmûd El Muslit bi rêya vîdeoyê û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û endamên meclisê beşdar bûn.

Di civînê de pêşketinên siyasî yên li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Leyla Qereman di axaftina xwe de diyar kir ku pêvajoya derbasbûnê li şûna vekirina rêyên çareseriyê, bûye egera aloziyê û got: “Paşguhkirin gelan nake yek û tundî dewletekê ava nake. Ya ku îro tê xwestin, destpêkirina projeyeke neteweyî ya berfireh li ser bingeha hevkariyê ye.”

Leyla Qereman derbarê bûyerên dawîn ên li Siwêdayê de jî daxwaza lêpirsîneke serbixwe kir, bi taybet yên li dijî jin û zarokan û got: “Divê bingeha avakirina Sûriyeyeke nû edalet be.”

‘Divê hemû pêkhate cihê xwe bigirin’

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî diyar kir ku nenavendîkirin êdî vebijêrkek nîn e, lê pêdivîyek e. Îlham Ehmed da zanîn ku her çareseriyeke siyasî bêyî tevlibûna rastîn a hemû pêkhateyên Sûriyeyê, dê tenê bibe sedema alozî û hilweşînê.”

Di dawiya civînê de, Desteya Serokatiya MSDê daxwaza pêkanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Şamê de kir. Her wiha xwest diyalogeke berfireh çêbe ku hemû alî û pêkhateyên siyasî, civakî, etnîk û olî di cihê xwe tê de bigirin.

Her wiha MSDê da zanîn ku ew ê xebata ji bo Sûriyeyeke dadmend û sivîl ku xwestekên gelê Sûriyeyê vediguherîne rastiyeke berbiçav, bidomîne.

Etîket: Îlham EhmedMeclisa Sûriya DemokratîkMSDRojavaŞamSûriye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di çapemeniya cîhanê nîqaşên li ser Sûriyê: Bêyî Kurdan aramî pêkan nîne

Di çapemeniya cîhanê nîqaşên li ser Sûriyê: Bêyî Kurdan aramî pêkan nîne

4 SIBAT 2026
Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

4 SIBAT 2026
Malîkî: Tirkiye, Qeter û Sûriye destwerdanê li hundirê Iraqê dikin

Malîkî: Tirkiye, Qeter û Sûriye destwerdanê li hundirê Iraqê dikin

4 SIBAT 2026
Berdevkên Asayîş û Wezareta Hundirîn: Şandeya hikûmetê bê astengî derbasî Qamişloyê bû

Berdevkên Asayîş û Wezareta Hundirîn: Şandeya hikûmetê bê astengî derbasî Qamişloyê bû

3 SIBAT 2026
Şandeya ENKSê li Şamê bi Ehmed Şera re civiya

Şandeya ENKSê li Şamê bi Ehmed Şera re civiya

3 SIBAT 2026
Heyeta Fransayî serdana YPJê kir

Heyeta Fransayî serdana YPJê kir

3 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (147)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne