• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    ‘Em dixwazin dayik û bav zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin’

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

    Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

 Mûrad Karayilan: Hevala Gulistan dê pêşenga nemir be  

Navenda Nûçeyan / AW

25 TEBAX 2025 - 10:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandarê HPGê Mûrat Karayilan dişar kir ku di nava Tevgera Azadiyê de gelek mirovên bi jiyaneke destanî hatin afirandin û got: “Gulistan Tara jî ji bo xizmetê ji gelê xwe re bike bi rengekî derwêşane jiya û her tiştên xwe feda kir.”

Fermandarê HPGê Mûrat Karayilan rojnameger Gulistan Tara ku di êrîsa SÎHA de jiyana xwe ji dest da, bibîr anî. Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan di salvegera 1emîn a şehadeta Gulistan Tara de ji ANFê re axivî. Nirxandina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

“Heval Gulistan Tara ji aliyê raya giştî ve hevaleke tê naskirin. Ji ber ku endameke çapemeniyê bû, di xebatê çapemeniyê de xwedî rol û ked bû. Dema rastî êrîşeke bêbext hat çapemenî û raya giştî pir li ser rawestiya. Lê xwedî derket. Heval Gulistan û hevala xwe Hêro Bahadîn di derdora Silêmaniyeyê rastî êrîşa dewleta Tirk hatin. Ev êrîş êrîşeke tirsonek û terorîstî bû. Ev kesên çapemeniyê bûn û bê çek bûn. Di destê wan de qelem hebû, kamera hebû. Lê tevî vê jî dijmin êrîşî wan kir. Bi bi sedema ku gotin ‘Ev PKK’yî ne’. PKK dibin, kî dibin bila bibin însanê xebatê sivîl dikin û têkoşîna fikrê dimeşînin hedefgirtin, terorîstî ye, bêbextî ye. Li wê derê ev herdu hevalên hêja, jinên Kurd ên azad, endamên çapemeniyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve wisa hate hedefkirin û gihîştin şehadetê. Bêguman em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Bêguman hevala Gulistan endama tevgera azadiyê ye. Mirovek 25 salan ked daye. Li her çar parçeyên Kurdistanê xebat meşandiye. Di vî karî de êrîşên dagirkeran, nemirovatiya dagirkeran nivîsandine. Neheqiya li ser gelê Kurd, her dem eşkere kirine. Li dû heqîqetê bûn. Kesek ji bo heqîqetê xwe feda kiribû. Hevala Gulistan hevalek wisa bû. Me ji nêz ve nas kir. Dema ez di erka Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê de bûm, di çarçoveya çapemeniyê de li gel me hate wezîfedarkirin. Em 8 salan bi hev re xebitîn. Niha dijmin wêneyên wê demê nîşan didin. Dibêjin mêze bikin, ew jî keseke ku pêwîste bihata hedefkirin. Dixwaze bi vî rengî nîşan bide. Rast e, lê xebata çapemeniyê dimeşand, kadroyeke çapemeniyê bû. Kadroya azadiya Kurdistanê bû. Li her aliyê cîhanê mirovên sivîl hedefkirin, ne li gorî qanûnên gerdûnî yên şer e. Dewleta Tirk qanûna şer ê gerdûnî binpê dike. Ji bo ser van sûcên xwe bigire, tiştên welê îdîayên welê diavêje holê. Kes nabêje hevala Gulistan hevalek ji rêzê bû. Milîtaneke têkoşîna azadiyê bû bêguman. Lê belê karê xwe çapemenî bû.

Hevaleke di xebatên çapemeniyê de jêhatî bû. Hem li ser zimanê Tirkî, hem jî li ser Kurdî hakîmiyeteke xwe hebû. Li ser amûrên çapemeniyê ango kompûter, kamera û tiştên ku çapemenî bi kar tîne hakîmiyeteke xwe hebû, hemû zanîbû bi kar bîne. Hem pêşkêşvan bû, bername pêşkêş dikir, hem nûçe çêdikir, hem gelek nivîs amade dikir, şiklê dawî dida. Hevaleke wisa di çapemeniyê de êdî pispor bû. Zanebûna wê di her alî de hebû. Li ku derê çawa çi bide pêş, li ser kîjan mijarê raweste û çawa xebata çapemeniyê hîn balkêş bike, bala mirovan bikişîne ser; di van mijaran de hevala Gulistan xwedî tecrûbeyekê bû.

Wekî din keda xwe pir hebû. Yanî di şoreşa me de gelek hevalên ku ked dan hene. Hevala Gulistan jî ji wan yek bû. Roj û şev li ser kompûterê di kar de bû. Ji her karî re amade bû. Hevaleke jiyana xwe pir paqij, li ser çandeke welatparêzî, Kurdî terbiye girtibû. Pîvanên xwe yên exlaqî bilind bû, li ser vê bingehê dilsoziya xwe ji nirxên pîroz re xurt bû. Wisa hevaleke her kesî pê re dixwest pê re hevaltiyê bike, pê re kar bike, kes jê nediêşiya. Hezkiriya hevalbendî û hevrêtiyê bû. Bi qasî dilsoza çiya û xwezaya Kurdistanê bû, bi heval û hevrêyan re jî girêdana xwe hebû. Jiyana xwe jiyaneke pir derwêşane bû. Ti taybetmendiyên xwe li gorî xwe bijî, li gorî xwe tevbigere tine bû. Ew li gorî pêwîstiyê kar, rêxistinê, li gorî wê tevdigeriya. Bi vî rengî hevaleke ku karîbû xwe bikira kadroyeke, xebatkareke xwezayî ya têkoşînê. Mirov qet nedifikirî ku ev heval cuda bikifire, cuda tevbigere. Weke zarokeke vê çand, vê tevgerê bû. Kesek wisa bû. Jineke Kurd, di mal de di malbatê de, ji herêmeke weke Batmanê, li derdoreke welatparêz gihîştibû. Li ser çandeke Kurdewarî û welatparêziyê gihîştibû. Ev taybetmendiyên xwe di çanda Apogerî ya şoreşgerî re kir yek û bi vî rengî xwe xurt kir. Îradebûnek, li ser xeta jin a azad weke milîtaneke têkoşer êdî di xwe de astek çêkiribû. Wisa vaya di nêzîkbûn, sekn û têkoşîna xwe de nîşan dida, xuya dikir. Di geşkirina ruhê hevrêtiyê de, di parvekirinê de hevaleke bi rastî mirov dikare bibêje mînak bû. Di karê ekîp, kolektîf de rol lîstin, bicihanîna erkê xwe de, ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û hunera çapemeniyê ve asteke xwe çêbû bû. Wisa êdî dikarîbû hîn zêde bar rakiribûya. Kedeke xwe hebû, lê dahatûya xwe jî hîn zêde dixuya. Dahatûyeke hîn xurt di sekn û xebatên wê de dixuya.

Ewqasî nêzî me ma, me ti carî rexneyên der heqê jiyanê de nedît ji bo hevala Gulistan. Çima? Ji ber ku jiyana xwe timî sade û hevrêtî bû. Wisa bibêje ezezî hebe, cuda sekneke xwe hebe; na. Li her derê li gorî taybetmendiya li wir çi jê bihata xwestin, bi wî rengî tevdigeriya. Keseke wisa bû. Çandeke wisa tevkariyê û rêxistinî pê re hebû. Ji ber wê di xebata meşan de encamgir bû. Li her derê xebata ku kir, çi dema li çiyê, çi jî dûre li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê xebata meşandin de di wir de jî me şopand, ev li ser hevala Gulistan dixuya. Û wisa hîn jî ji bo pêş de, pêşveçûn weed dikir.

Hevaleke bi vî rengî durust, samîmî, dilsoza nirxan, di xeta jin a azad de kûrahî çêkirî, pîvanên exlaqî polîtîk wergirtî, asteke xwe ya bi vî rengî hebû. Bêguman weke me hemûyan ti kes ne çar û çar e. Her kes hinek kêmasiyên xwe hene. Lê belê kêmasî çi ne? Weke mînak, tempo ye, ji her karî re amade ye lê hîn zêde bi înîsiyatîf be, di vî warî de belkî carna rexne dihatin, lê wekî din ji aliyê jiyanê ve, ji aliyê sekn û tevlîbûnê de em lê rast nehatin ku rexneyên bi vî rengî lê bê kirin. Ji ber ku mirovek bi pîvan bû. Pîvana xwe hebû. Vaya di jiyana xwe de, di rêbaza xwe ya têkoşînê de nîşan dida. Jîr bû, di ziman de hakîm bû. Kurdîtiya xwe, zimanê Kurdî jî bi pêş dixist, bi pêş xistibû. Di wergerandina nivîsan de Kurdî û Tirkî, wisa li ser kompûterê hakîmiyeta xwe ya heyî, kesek normal biaxiviya, dikarîbû yekser bikira nivîs. Wisa gihîştibû.

Wekî din li ser îdeolojiya hakîmiyeta xwe hebû, lewma serweriya xwe zû bi pêş diket. Aliyekî xwe yê wisa hebû. Bi kurtasî hevaleke keda xwe di şoreşê de zêde çêbû. Di qada çapemeniyê de roleke girîng lîst. Dema li gel me kar dikir, di ber me de jî, ji bo saziya me jî bi rastî xwedî rol û ked bû. Keda hevalên wisa paqij, durust, samîmî, hevrêya hevrêyan wê ti carî neyê jibîrkirin. Di tevgera azadiyê de gelek mirovên paqij, durust, samîmî, jiyana xwe weke destanî hebûn. Jiyaneke derwêşane ji bo xizmeta gelê xwe hemû tiştên xwe dayin, kesên wisa pir hatine afirandin. Hevala Gulistan jî yek ji wan bû. Ji ber wê jî hevalên wisa bedew û keda wan berhemek ava kiriye, îro di gelek nivîsên rêxistinê de keda hevala Gulistan jî heye. Tê de xwedî rol e. Hevalên wisa şopek çêkirin, bêguman ji bo her kesên ew nas kirin, weke şensek e, weke serbilindeke ku hevalek wisa sade, paqij, durust heye. Ev tişt ji bo malbatê jî wisa ye. Min li nirxandinên xwişk-birayan guhdarî kir, wan jî destnîşan kirin, mafdar in, pê dikarin her tim serbilind bin, ji ber kesek wisa ji wê malbatê derketiye. Bi vî awayî xwe bi têkoşîna azadiyê re kiriye yek û asteke bilind girtî ye. Taybetmendiyên xurt temsîl kiriye. Ji vê malbatê, ji vê herêmê derketiye, ji bo wan cihê serbilindiyê ye. Li ser vê esasê em dibêjin Gulistan Tara namire, berhemên wan wê her hebin û wê tim di têkoşîna me de pêşengên nemir bin. Li ser vî esasî em dibêjin ‘Şehîd namirin’, ‘Şehîd namirin’.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

7 ADAR 2026
Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

7 ADAR 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

7 ADAR 2026
Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

7 ADAR 2026
Aynûr Sarica: Bi saya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ em îro li her derê ne

Aynûr Sarica: Bi saya felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ em îro li her derê ne

7 ADAR 2026
Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

Li Îzmîrê zincîra jinan: Em li pişt pêvajoya birêz Ocalan in!

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (280)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne