Navenda Nûçeyan – Newroza sala 2003yan a Stenbolê bi hemû heybeta xwe nîşan da ku ev metropol êdî bajarê herî mezin ê Kurdan e. Wê rojê li qada Kazliçeşmeyê careke din hat fêmkirin ku Kurd ne tenê li serê çiyan an li herêmê ne, ew êdî li dilê Tirkiyê wekî hêzeke sereke ya siyasî û civakî li ser pêyan e.
Dema ku agirê Newrozê li Stenbolê geş dibû, cîhan di bin tirs û xofa şerekî mezin de bû. Amerîkayê di 20ê Adara 2003yan de dest bi destwerdana Iraqê kiribû. Piştî sê rojan di 23yê Adara 2003yan de li Stenbolê Newroz hate pîrozkirin. Dema ku li Bexdayê dûmanê asîman dipêça, li qada Kazliçeşmeyê ya Stenbolê agirê Newrozê ji bo aştiyê û rûmeta mirovahiyê vêketibû.
Wekî lehiyê mirov ber bi Kazliçeşmeyê ve diçûn
Wê rojê Stenbol ji rojên asayî gelekî cuda bû. Ji taxên herî dûr ên Stenbolê bi sed hezaran Kurd mîna lehiyê bêrawestan ber bi qeraxa deryayê ve herikîn. Li gorî şahidan û çapemeniya wê demê, nêzîkî mîlyonek kesî qada Kazliçeşmeyê dagirtibû. Rengên kesk, sor û zer di nav şînahiya deryaya Marmarayê de bûbû yek û tabloyekî neteweyî yê bêhempa nîşanî cîhanê hate dayîn.

Peyama sereke: Naskirina nasnameyê û aştî
Bi pêşengiya partiya wê demê DEHAPê sê peyamên sereke li qadê deng vedan. Gelê Kurd bi dengekî bilind ji hikûmeta nû ya AKPê û hêzên navdewletî re ev peyam dişand: ‘Em naxwazin xwîna birayên me li Başûr birije.’ Piştî salên 90î yên tarî û rakirina Rewşa Awarte gelê Kurd cara yekem bi vî rengî bi girseyî daxwaza çareseriya demokratîk kir. Daxwaza herî zelal ew bû ku êdî çek bisekinin, mafên Kurdan bên mîsogerkirin û rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin.
Dîwarên tirsê hatin rûxandin
Wê demê şert û merc hîn giran bûn, Leyla Zana û hevalên wê hîn di girtîgehê de bûn û qedexeyên li ser zimanê Kurdî berdewam dikirin. Lê belê, di Newroza 2003yan de, wê girseya azadîxwaz bi tîlîliyên dayikan û stranên Koma Gulistanê dîwarên tirsê parçe kirin. Tevî ku polîsan bi tundî qadê kontrol dikir jî, îradeya gel ji her barîkat û qedexeyê bihêztir bû.












