Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin di pîrozbahiya 8ê Adarê ya li Şemzînanê de axivî û got: “Avakera civakê jin bi xwe ye. Em vê heqîqetê dizanin. Ji ber vê yekê em vê heqîqetê biparêzin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi şîara “Em bi berxwedanê azad dibin civaka demokratîk dihonin” 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê pîrozkir. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin, endamên TJAyê û gelek jin bi stran û govendê 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîrozkirin.
‘Ji bo yekitî û azadiyê li ber xwe dan’
Oznûr Bartin 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku jinên Kurd rojên pir zor û zehmet jiyane lê li dijî van zehmetiyan bi bedelên giran her li ber xwe dane û ev tişt gotin: “Em di rojên zor û zehmet re derbas bûn. Gelek hevalên me wek Sarayan, Bêrîvanan, Arîn Mîrkanan, Denîz Poyrazan bi destê hêzên tarî hatin kuştin. Gelek hevalên me di têkoşîna azadiyê de Jîyana xwe ji dest dan. Bes heya dawîya jîyana xwe jî ji bo vê têkoşînê li ber xwe dan. Da ku yekîtî û azadiya Kurdan çêbibe. Da ku azadîya jinên Kurd çêbibe. Lê belê tu kes nikare pêşîya me bigire. Em îro wek jin dikarin bên cem hev û roja xwe jî pîroz bikin. Pêşengên vê têkoşîn û berxwedanê jî bibîr bînin.”
‘Pêşengên civakê jin in’
Oznûr Bartin balkişand ser polîtîkayên pergala kapîtalîst a zayendperest û kuştina jinan û wiha pê de çû: “Em li dijî pergala kapîtalîst têkoşînekê didin; têkoşîneke bi rûmet. Bi mantalîteya baviksalarî, zayendperest, mêrperest dixwazin jinan bipelçiqînin. Ne ku sedsal beriya niha, pênc hezar sal beriya niha jî ev polîtîka dihatin meşandin, heya niha jî berdewam dike. Lê em Kurd, jinên Kurd, em di aliyê têkoşîn hişmendiya jinê de li pêşiya gelek gelan in. Ji ber çi? Ji ber ku paradîgmaya Serokatî sereke li ser rewşa jinan disekine. Rêya azadiyê nîşanî jinên Kurd dide. Dibêje pêşengên civakê jin in. Avakerên civakê jin in. Rast e, em dibêjin rastî jî hevaleke me ya jin di nav civakê da li gorî hevalên me yên din, sê qata çar qat zêdetir xebatan dimeşîne. Zehmetiyan dikêşe. Avakera civakê jin bi xwe ye. Em vê heqîqetê dizanin. Ji ber vê yekê em vê heqîqetê biparêzin.”














