• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 12ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 12ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parlementoya Ewropayê pêşnûmaya Rojava qebûl kir

Navenda Nûçeyan / AW

12 SIBAT 2026 - 17:18
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Pêşnûmaya ji bo parastina Kurdan û kêmarên Sûriyê li Parlementoya Ewropayê (PE) kete dengdanê hate qebûl kirin. Biryara bi dengê 363 parlementeran hate qebûl kirin de hemû alîkarî û têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê dê li ser esasê naskirina mafên mirovan, mafên kêmaran û rêzgirtina agirbestê pêk bê. Di biryarê de tevlêbûna gelê Kurd û nasîna mafên civakî û perwerdehiyê bi taybetî hatin destnîşankirin.

Li Parlementoya Ewropayê (PE) pêşnûmaya derbarê bûyerên li Sûriyê û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hate dengandin. Di encama dengdana 71 parlementeran dengê neyînî dan û 81 jî bêalî man. Her wiha 363 parlementeran jî dengê erênî dan û pêşnûmaya wekî biryarê derbas bû. Ofîsa Çapemeniyê ya YEyê biryar bi daxuyaniyek nivîskî ragihand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Bûyerên li Bakur Rojhilatê Sûriyê pêk tên îhtîmala vegerîna şer dihewînin. Îstîktara li Bakur Rojhilatê Sûriyê ji bo bo siyasetek adîlane û dorhêlî ku herkesê digire nav xwe gelek girîng e. Divê Parlementoya Ewropayê hewildanên xwe yên pir rengiya etnîkî û olî ku Kurdî di serî de biparêze û hewildanên vejîna DAIŞê asteng bike.”

‘Sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PEyê hemû êrişên li Bakur Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kirine û banga pêkanîna pêwistiyên agirbestê li her du aliyan kiriye. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Êrişên li dijî nûnerên gel, înfazkirinên bêdaraz, windakirin, binçavkirinên keyfî, koçberiya bi darê zorê û êrişên li dijî binesaziya sivîl tê wateya binpêkirina hiqûqa gerdûnî û navneteweyî.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Parlementoyê îşaret pê kiriye ku hind ji van sûcan dibe vegerin pêvajoya darizadinê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku parlementeran bal kişandine ser raporên Neteweyên Yekbûyî û saziyên sivîl ên pêbawer, bi taybetî êrişên li dijî gelê Kurd destnîşan kirine. Di daxuyaniyê de ev êriş wiha hatine rêzkirin: “Ev êriş ne tene li dijî cenazeyan û goristanan hatine kirin. Bikaranîna teqemenî û mihimata di asta jor de pê germkêş atine bikaranîn. Parlementeran fikarên xwe yên derbarê rewşa mirovîn a ji ber dorpêç û ambargoyan jî aniye ziman û bang li Yekîtiya Ewropayê kirine ku alîkariyan zêde bikin.”

‘Mafên Kurdan ên civakî û perwerdehiyê nas bikin’

Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikumeta Demkî de ji hêla parlementeran ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin û ev agahî hatin dayîn: “Parlementeran cardin piştgiriya xwe ji bo agirbestê anîn ziman. Ji bo nasîna mafên civakî û perwerdehiyê yên Kurdan bang kirin. Cardin Tirkiye jî di nav de bang li hemû aliyan hate kirin ku agirbestê biparêzin.”

‘Nasîna gelê Kurd şertek jênager e’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îstîktarar li Bakur Rojhilatê Sûriyê ne tenê ji bo pêvajoya derbasbûnê di heman demê de ji bo civakek bi îstîkrar û herkesê dihewîne jî pir girîng e. Daxuyaniyê wiha dom kir: “Parlementeran bang li meqamên Sûriyê kir ku Ereb, Kurd, Sunî, Şîa, Elewî, Mesîhî, Durzî û Êzidî jî di nav de mafên hemû civakan ên bingehîn biparêze.” Li gorî daxuyaniyê biryar beşdarbûna siyasî ya gelêa Kurd û di astek wekhev de nasîna mafên gelê Kurd wekî şertek jênager ê îstîkrar û pêvajoya herkesî digire hundirê xwe dibîne.

Her wiha di daxuyaniyê de hate derbirîn ku parlementeran balkişandina ser talûkeya DAIŞê û ji bo veşîna wê bê asteng kirin xebat û têkoşîna hevpar a hemû aliyan girîng dibîne. Parlementeran xwest ku Yekîtiya Ewropayê hewildanên xwe yên li dijî DAIŞê zêde bike û jin jî di nav de rola Kurdan a diyarker a li dijî DAIŞê bi rûmet bi bîr bîne.

Ji bo pêşketinê avêtina gavan şert e

Di daxuaniyê de derbarê dengdanê de jî agahî hatin dawîn û wiha hate gotin: “Parlemento ji bo angajman û piştgiriya bi Sûriyê re pêşketinên berbiçav û bên dîtin, parastina sivîlan, rêzgirtina agirbestê, parastina mafê mirovan û mafên kêmaran wekî şertekê datîne.” Di encama dengdanê de 71 parlementeran dengê neyînî, 81 parlementer bêalî man û pêşnûma bi dengê erê yê 363 parlementeran bû biryar û derbas bû. Polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê dê li gorî vê biryarê bê meşandin.

 

Etîket: EwropaRojavaYE
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 4ê Nîsanê û salvegera damezirandina YPJê

4 NÎSAN 2026
‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

2 NÎSAN 2026
YEyê cezayên li ser Îranê dirêj kir

YEyê cezayên li ser Îranê dirêj kir

30 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

    Li gundê Qerxabazarê berteka li dijî JESê: Em rê nadin projeyên talanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji rojnameger Balekanî bangewaziya li dijî sansurê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Gimgimê: Ev proje nirxên jiyanê dikujin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bazarvanên Wanê: Piştî şerê Îranê em mexdûr bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber baranê li Colemêrgê rê hilweşiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranbêj Şêrzat: Azadiya fîzîkî ji bo pêvajoyê jênevegere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kujerê Qasimlo jî di nava heyeta muzakereyan ya Îranê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muzakereyên li Îslamabadê xitimîn: Dîplomasî rawestiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MKGê rojnameger-nivîskar Evrîm Alataş bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (437)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne