9emîn pêşengeha pirtûkan a Amedê di roja 3yemîn de bi eleqeyek mezin berdewam dike.
9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Kongre û Fûarî ya Mezopotamyayî ya Navneteweyî di roja sêyemîn de didome. Gelê Amedê eleqeyek mezin nîşanî pirtûkan dan. Piranî jî xwendevanên dibistan û zanîngehê eleqe nîşanî standên pirtûkan didin. Pêşengeha ku dê neh rojan berdewam bike sibê di roja çaran de bidome.