Sedat Avşar piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê hat berdan.
Girtiyê bi navê Sedat Avşar ê ku 30 sal in girtî bû, ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê hat berdan. Avşar ji hêla malbat, xizm, rêveberên Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlokê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê Avşar ber bi bajarê xwe navçeya Bismilê ya Amedê ve bi rê ket.
Sedat Avşar di sala 1995an de li navçeya Kuşadasi ya Aydinê hat binçavkirin û Avşar piştre anîn Amedê. Avşar li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin û cezayê muebedê lê hat birîn. Avşar li girtîgehên Amed, Çankiri, Yozgat, Sêrtê ma û herî dawî ji Girtîgeha Dîlokê hat berdan.