Polîsan li Enqereyê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî êrîşî çalakiya xwendekarên ODTUyê kirin û gelek xwendekar binçav kirin. Li aliyê din 7 rojnamegerên ku hatibûn girtin hatin berdan.
Polîsan li Enqereyê bi ser gelek lana de girtin û gelek kes binçav kirin. Baroya Enqereyê têkildarî serdegirtinan daxuyanî da û got: “Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îro bi ser gelek malan de hate girtin û binçavkirî hene. Dozgerê çapemeniyê ragihand ku der heqê 22 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Em pêvajoyê dişopînin.”
Polîsan gelek xwendekarên ODTU binçav kirin
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU) li dijî binçavkirin û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û binçavkirina 200 xwendekaran, çalakî li dar xistin. Çalakî şevê din li pêşiya Wargeha 5’emîn hat lidarxistin û xwendekaran xwestin ber bi deriyê A1’ê ve bimeşin. Polîsan bi gaza îsotê, ava şid û guleyên plastîk êrişî çalakvanan kirin. Di êrişa polîsan de gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Hejmara xwendekarên binçavkirî nehat zanîn û hat zanîn ku dê xwendekar çalakiyên xwe bidomînin.
7 Rojnameger berdan
Rojnameger Yasîn Akgul, Zeynep Kuray, Hayrî Tunç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç hatin berdan. Di 25’ê Adarê de 7 rojnameger bi hinceta ku protestoyên li Stenbolê şopandine hatibûn girtin. Ji bo her 7 rojnamegeran biryara tehliyeyê hate dayin. Li ser îtîraza parêzeran, rojnameger Zeynep Kuray, Hayrî Tunç, Gokhan Kam, nûçegihanê NOW’ê Alî Onur Tosun, fotonûçegihan Bulent Kiliç, nûçegihanê AFP’ê Yasîn Akgul û fotonûçegihanê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Kurtuluş Ari hatin berdan.