Profesorê Mîchel Fayad diyar kir ku îro sedemek qetilkirina Kurdan jî Emmanûel Macron ku wisa nebe divê Macron îspat bike. Parlementerê Fransayê Damîen Gîrard jî diyar kir ku divê Fransa di mijara Rojava de rolek dîplomatîk a çalaktir, biryardartir û berbiçavtir bigire ser xwe.
Li cîhanê şermezarkirina komkujiyên li ser Kurdan û berxwedana Rojavayê Kurdistanê rojeva bingehîn e. Stratejîstê Enstîtûya Petrolê ya Fransayê Profesor Dr. Mîchel Fayad têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bû êvanê televîzyona CNewsê ya Fransayê û rexneyên gelek tund li Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron kir. Prof. Fayad balkişand ser siyaseta Fransayê ya Sûriyê û têkiliyên bi Serokê HTŞê Mihemmed Colanî re şermezar kir.
‘Sedema kuştina Kurdan Macron e’
Fayad bi bîr xist ku Fransayê piştgiriya pêwist nedaye Rêveberiya Xweser û Macron wekî berpirsyarek qetilkirina Kurdan pênase kir. Fayad li ser mijarê wiha got: “Ger ku îro Kurt tên kuştin divê bê zanîn bi erêkirina Macron pêk tê. Ku wisa nebe divê Macron îspat bike.” Fayad xwest ku Macron siyaseta xwe ya Sûriyê demildest biguhere.
‘Divê Fransa çalak be’
Parlamenterê Ekolojîst ê Meclisa Neteweyî ya Fransayê Damien Gîrard ku ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) axivî û piştgiriya bi gelê Kurd re anî ziman. Gîrard destnîşan kir ku divê Fransayê di mijara Rojava de rola dîplomatîk a çalaktir, biryardartir û berbiçavtir bigire ser xwe. Girard got ku divê Fransa hemû derfetên xwe ji bo çareseriyeke siyasî ya ku rêz li mafên bingehîn ên Kurdan bigire û armancê aştiya mayînde bike, bi kar bîne. Her wiha Girard bal kişand ser Yekîtiya Ewropayê jî û got divê têkiliyên bazirganî wekî amûreke zextê bi kar bîne û beşdarî pêvajoyê bibe.

‘Hiqûqa şer tê binpêkirin’
Girard diyar kir ku wekî parlamenterê muxalefetê nikare bi navê hikûmetê biaxive, lê belê êrîşên li ser sivîlan binpêkirina eşkere ya hiqûqa şer e. Girard got ku divê aştiyeke guncav mîsogeriyên ewlehî û xweseriyê yên bi têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê re têkildar bigire nav xwe û wiha domand: “Ji bo ewlehî û xweseriya Kurdan were peydakirin, divê Fransa hemû amûrên dîplomatîk û siyasî bi kar bîne. Divê Fransa û Yekîtiya Ewropayê alîkariyên xwe zêde bikin û piştgiriyê bidin Rojava.”













