Rapora derbarê mirina Dîlan Karaman de hat amadekirin tekez kir ku pêvajo tenê bi krîzek takekesî nayê ravekirin; ew dorpêçek pirqatî ye ku tê de tundî, mobbîng, îhmalkirina saziyan, zexta aborî û tenêbûna siyasî bi hev ve girêdayî ne.
Di 11ê mijdara 2025’an de, Dilan Karaman piştî hewldana xwekuştinê li nexweşxaneya Amed hat tedawîkirin û piştî 10 rojan di lênêrîna giran de jiyan xwe jî dest da. Piştî mirina Dîlan Karaman, di qada giştî de gelek îdia û nîqaş derketin holê û komîsyonek ku rêxistinên jinan jî di nav de bûn ji bo lêkolînkirina hemû aliyên bûyerê hate damezrandin.
Komîsyona ku piştî mirina Dîlan Karaman hate damezrandin, rapora xwe ku hemû aliyên bûyerê lêkolîn dikir, bi raya giştî re parve kir.
Di raporê de hat gotin ku bûyerên beriya mirina Dîlan Karaman nikarin tenê bi jiyana wê ya taybet an rewşa wê ya derûnî ve werin sînordarkirin û divê sedemên saziyî, têkilî û avahîyî bi hev re werin nirxandin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku komîsyon, ku di 25ê mijdara 2025an de ji raya giştî re hate ragihandin, li ser vexwendina TJAyê hat damezrandin û ji nûnerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, DAKAH-DER, Komîsyona Jinan a OHDê ya Amedê û Komeleya Jinan a Rosa pêk hat.
Di raporê de hat tekezkirin ku komîsyon ne saziyek dadwerî ye, lê armanc dike ku aliyên mafên mirovan, berpirsiyariya civakî û fonksiyona saziyî ya bûyerê aşkere bike.
Di raporê de hat gotin ku mirina Dîlan Karaman ne tenê encama sûcdarekî an saziyekê ye, lê di heman demê de ji ber nebûna refleksên kolektîf e jî. Hat destnîşankirin ku hêrs û daxwazên edaletê yên ku piştî bûyerê li ser medyaya dîjîtal derketin holê hêja bûn, lê ya bi rastî girîng ew bû ku ev hesasiyet di demên krîzê de dikare bibe parastineke berbiçav.













