Navenda Nûçeyan – Rejîna Dewleta Îranê bi hinceta ku tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye cezayê darvekirinê li Mîhrab Ubdula Zade birî.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Rejima Dewleta Îrane cezayê darvekirinê li ciwanekî Kurd Mîhrab Ubdula Zade yê ji Ûrmiyeyê ye birîne. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê cezayê darvekirinê li Mîhrab Ubdula Zade yê 26 salî birî ye. Rejîma Dewleta Îranê di Îlona 2022yan de Mîhrab Ubdula Zade di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de revandin û şandibûn girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê. Piştî çend mehan êşkence û lêpirsînê, ji bo Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hat veguhestin.