• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

    YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

    Rêya Colemêrg û Wanê 14 roj in nehatiye vekirin

    Rêya Colemêrg û Wanê 14 roj in nehatiye vekirin

    Ji bo piştgiriya Amedsporê ji Afrîkayê û Zaxoyê hatin Amedê

    Ji bo piştgiriya Amedsporê ji Afrîkayê û Zaxoyê hatin Amedê

    Li Amedê banga ji bo 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin

    Li Amedê banga ji bo 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin

    Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tenduristiya du girtiyên siyasî yên kurd di metirsiyê de ye

2 ÇILE 2026 - 17:52
Kategorî: ROJANE
A A
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rewşa du girtiyên siyasî yên kurd li Girtîgeha Ûrmiyeyê di rewşeke krîtîk de ne û destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê xizmetên tenduristiyê ji wan re red kirine.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê rewşa du girtiyên siyasî yên kurd yên li Girtîgeha Ûrmiyeyê ya rojhilatê Kurdistanê de agahî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê du girtiyên siyasî yên kurd Behram Mecdîferd û Şahîn Wesaf bi nexweşiyên cûr bi cûr re dikişînin û wiha hate gotin; “Divê ew ji Zindana Ûrmiyê bo nexweşxaneyek li derveyî girtîgehê werin veguhastin. Lê ji ber sedemên nediyar xizmetên tenduristî ji wan re nayên dayîn.”

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî rewşa tenduristî ya her du girtiyê siyasî wiha got; “Şahîn Wesaf nêzîkî du hefte berê rakirin nexweşxaneya Ûrmiyeyê û jê re gotin ku divê emeliyata movikan ji wî re were kirin.

Behram Mecdîferd her wiha ji êşa diranan dikşîne û kevir li ser gurçikên wî hene. Lê rayedarên girtîgehê rê li ber rakirina wan ji bo nexweşxaneyên li derveyî girtîgehê digirin.

Hêjayî gotinê ye ku Şahîn Wesaf yê ji Selmasê ye di 21ê îlona 2025an de bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaata Îranê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Ûrmiyeyê. Ji aliyê Şaxa Duyemîn a Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê ve bi serokatiya dadwer, Şahîn bi tohmeta “sîxuriya ji bo Îsraîlê”, 10 sal û rojek cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Her wisa Behram Mecdîferd ku niştecihê gundê Rezanî yê Ûrmiyeyê ye, di hezîrana 2025an de bêyî fermana dadwer ji aliyê Wezareta Îtlaata Îranê ve hate girtin û şandin girtîgeha Ûrmiyeyê. Ji aliyê Şaxa 39an a Dadgeha Bilind a Îranê ve bi tometa “endametiya di komên dijî Îranê û propagandaya li dijî dewletê” de hate mehkûmkirin, 11 sal û 11 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Etîket: BehramgirtiŞahînÛrmiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tedawiya girtiya nexweş tê astengkirin

Tedawiya girtiya nexweş tê astengkirin

25 NÎSAN 2026
Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

22 NÎSAN 2026
Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

17 NÎSAN 2026
Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

Amadekariyên pevguhertina 200 girtyan tên kirin

14 NÎSAN 2026
Li Qamişloyê ji bo berdana girtiyan çalakî

Li Qamişloyê ji bo berdana girtiyan çalakî

14 NÎSAN 2026
Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hat definkirin

14 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Gimgim û Kanîreşê têkoşîna man û nemanê: Jeotermal an jiyan?

    Li Gimgim û Kanîreşê têkoşîna man û nemanê: Jeotermal an jiyan?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kanîreşê li dijî talana xwezayê meş û mitîng hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunera destkariyê bi saya jinan hê jî zindî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo piştgiriya Amedsporê ji Afrîkayê û Zaxoyê hatin Amedê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhat Çakmak: Gavên qanûnî neyên avêtin pêvajo dê bikeve xetereyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gimgim li dijî JESê li ser pêyan e: Welatê me ji bo me teberîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Amadekariya kongreya me dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (901)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne