• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rejîma Îranê darvekirina mirovan zêde dike

Navenda Nûçeyan /AW

8 NÎSAN 2025 - 20:37
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, ROJANE
A A
Dewleta Îranê di nava dewletên cîhanê de bi darvekirinê derdikeve pêş. Herî zêde jî welatiyên Kurd û Belûcî têne darvekirin. Li gorî raporan û daxuyaniyên saziyan rojê 4 mirov tên darvekirin.
Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” destnîşan kir ku Rejîma Îranê her ku diçe hêjmara darvekirinê zêde dike. Girtiyên siyasî ku li Îranê kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” didomînin, anîn ziman ku di rojên dawî de Îranê hejmara darvekirinê zêde kiriye.

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 63yemîn de didome. Girtiyên di greva birçîbûnê de, cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn şermezar kirin û bertek nîşanî redkirina daxwaza jinûvedarizandinê dan.

Ihtimala darvekirina 10 girtiyan zêde ye

Daxuyaniya girtiyên siyasî ya vê hefteyê wiha ye: “Di Cejna Newrozê de di înfazkirina biryarên darvekirinê de hejmar hinek kêm bû lê em dibin şahid ku dîsa zêde bûne. Di rojên dawî de gelek girtî xistine karantînayê. Weke mînak, di roja duşemê de herî kêm 10 girtiyên li Girtîgeha Qezl E-Hazarê sewqî ‘qawîşa biewle’ hatin kirin. Ev yek nîşan dide ku îxtîmala darvekirina wan nêz e.

Xetereya darvekirina Ezîzî zêde bû

Hikûmata Komara Îslamî ya Îranê zext û protestoyên hundir û derve jinedîtî ve tê û sepanên zextê û cezayê darvekirinê didomîne. Weke mînak; daxwaza jinûvedarizandinê ya girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin. Bi vê biryarê re xetereya darvekirina Pexşan Ezîzî zêdetir bû. Girtiyê siyasî Kerîm Hocasteh ku li Girtîgeha Lakanê ya li Reşê tê ragirtin jî bi sûcdariya ‘serhildanê’ hate darizandin û der heqê wî de biryara darvekirinê hate dayin.

Bila darvekirin were rakirin

Weke endamên kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ em her hefteyê dibêjin ku fikarên me ji ber zêdebûna gefa îdamê heye, van cezayên bi zimanekî aşkera şermezar dikin û li dijî zêdebûna darvekirina kesên ji ber sûcên siyasî tên darizandin, hişyariyê didin. Em piştgiriya navneteweyî pîroz dikin û ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ku domandina hemû pêwendî û karûbarên xwe yên bi Komara Îslamî ya Îranê re girêdayî şertê rakirina cezayê îdamê bikin.”

Girtîgehên grev lê heye

Navên girtîgehên greva birçîbûnê lê heye ev in: “(Qawîşa Jinan, Qawîşa 4’an û Qawîşa 8’an), Ghezel Hesar (Unîteyên 3’yemîn û 4’emîn), Karaj, Tehrana Mezin, Khorin Varamîn, Chobîndar Qazvîn, Arak, Khorramabad, Asadabad Îsfehan, Dastgerd Îsfehan, Sheîban Ahvaz, Sepîdar Ahvaz (Jin û zilam), Nîzam Şîraz, Adelabad Şiraz (Jin û zilam), Borazjan, Ramhormoz, Bam, Kahnouj, Tabas, Juyin, Meşhed, Gonbad Kavous, Ghaemshahr, Lakan Rasht (jin û zilam), Rudsar, Hawiq Talesh, Dieselabad Kermashan, Erdebil, Tebrîz, Urmiye, Salmas, Hoy, Naqdeh, Miandoab, Saqqez, Baneh, Marivan û Kamyaran.”

Îran rojê 4 mirovan darve dike

Komara Îranê ya Îslamî bi darvekirinan di rojevê de ye. Bi taybetî jî pîştî serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya ku piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 16ê Îlona 2022yan, darvekirina jinan zedetir bû. Rejîma Îranê bi angaşta qanûnên şerîatê mirovan darve dike. Desthilatdar bi hişmendiya baviksalar ji bo ku jinan di her qadên jiyanê de bêdeng û bêbandor bikin bi hincetên cur bi cura jinan darve dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Norweçê ye di serê sala îsal de diyar kiribû ku di navbera salên 2010-2024an de 241 jin hatine darvekirin. Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) jî ragihand ku ji bihara sala borî heta bihara îsal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hezar û sê sed (1300) kes hatine binçavkirin. Li gorî ajansê 29 jin di vê navberê de hatine bidarvekirin. Ji vana 168 kes bê dadgeh hatine binçavkirin. Lî gor HERANAyê di vê dema diyar kirî de 649 jin ên ji Rojhilatê Kurdistanê û herêmên din ên Îranê hatine binçavkirin. Ji van 643 jin ji ber ku laçik nedane serê xwe hatine binçavkirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di saleke dawî de hezar û 50 kes ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin. Ji vana 29 jê jin û 5 jî zarok ku temenê wan jêrî 18 salî bûne. 189 kes cezayê darvekirinê lê hatine birîn. Ji vana dadgehê cezayê 55 kesî jî erê kiriye.

Îran rojê 4 kesan bi dar ve dike

Li gorî HERANAyê di Adara 2025an de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 104 kes hatine darvekirin. Rejîma Îranê di Adarê de li 22 kesan cezayê darvekirinê birî ye û cezayê 5 kesan jî erê kirine. Li gorî daneyan, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rojê 4 kes tên darvekirin.

Îranê di salekê de 135 belucî û 104 kurd darve kir

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ ku di 9ê Çileya 2023yan de li dijî darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatiye avakirin têkildarî darvekirinên saleke dawî de agahiyên girîng kom kirin. Kampanyaya “Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê” jî destnîşan kir ku di saleke dawî de hezar û 135 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Kampanyayê xwest hemû xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dijî darvekirinan rawestin. Kampanyayê di 16emîn pêngava xwe de ku ji girtiyên 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêktê, derbarê darvekirinan de daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kir: “Ji çileya 2024an heya Adara 2025an li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 150 girtî hatine darvekirin û ji vê hejmarê jî 38 jê jin in. Di nav kesên hatine darvekirin de, 135 kes Belucîne û 104 jî Kurdin. Kampanya destnîşan dike ku ji sedî 85ê kesên hatine darvekirin, di serdema serokkomarê nû yê Îranê Mesud Pizîşkiyan de hatine darvekirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

28 HEZÎRAN 2026
Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

28 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê Mitînga Azadiyê bi dawî bû

Li Stenbolê Mitînga Azadiyê bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (786)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne