Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku polisen Rejîma Îranê bang li mamostayeke zimanê kurdî kiriye û piştî binçavkirinê ew avêtine zindanê.
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku polîsan mamostaya zimanê kurdî Sewsen Hesenzade ku xelkê Bokanê ye, binçav kirine û avêtine zindanê. Tora Mafê Mirovan da zanîn ku ji bo 3 meh ceza lê hatî birîn û ew avêtine girtîgeha Urmiyeyê. Çavkaniyê ragihand ku mamosta Sewsen Hesenzade li qereqola polîsan 5 rojan di bin çavan de ma û pişt re şandin girtîgehê.
Çavkaniyan destnîşan kir ku di 8ê Cotmehê de, dadgeha Keyfer ya Bokanê bi tometa ‘propagandaya dijî hikumetê û endambûna komek dijberî Îranê’ 3 meh ceza li mamosta Sewsen Hesenzade biriye. Çavkaniyan anîn ziman ku Sewsen bê parêzer hatiye darizandin.
Di 15ê Hezîrana 2024an de mamosta Sewsen Hesenzade li kolanek Bokanê hatibû binçavkirin û li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê hatibû ragirtin. Piştî wê bi kefalet ji bo demkî hatibû berdan. Mamosta Sewsen Hesenzade 17 salin li Bokan û gundên derdora wê dersa zimanê Kurdî dide. Di salên borî de jî gelek caran ji ber çalakiyên xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê kete ber lêpirsînê.