Nûnerên Durziyan û Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê li gel Lêvegera Bilind a Taîfeya Durzî ya Lubnanê kom bûn.
Cîgirê hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd serdana lêvegera bilind a Durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix li daîreya wî ya li bajarokê Şaron ê qezaya Alya ya Lubnanê, civiya.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed, siyasetmedarên Lubnanê Mahir Ebû Şeqra, Elaa El Sayix, Şêx Tewfîq El Sayix û Şêx Ekrem El Sayix jî beşdarî civînê beşdar bûn.
Çiya Kurd bal kişand li ser girîngiya domandina têkiliyên bi hemû pêkhateyên Sûriye û Lubnanê re û anî ziman ku ew piştgiriya xwe ji şêniyên Siwêdayê re yên ku rastî êrişên hovane yên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hatin, nîşan da.
Şêx El Sayix bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkiliyên Kurdî – Durzî da û ji helwesta Rêveberiya Xweser re spas kir.
Siyasetmedar Mahir Ebû Şeqra da zanîn ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser nimûneya ku divê li seranserî Sûriyeyê were pêkanîn.
Girêdayî wê, Elaa El Sayix jî helwesta Rêveberiya Xweser silav kir û piştgirî da girîngiya sîstema demokratîk a nenavendî û pirreng.