* Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 10an de berdewam dike. Bi dehan dayik ji destpêkê heta niha li ser sînor nobetê digirin. Dayikên ku li ser sînor nobetê digirin diyar kirin ku ew li dijî şer, neheqî û zilmê, ji bo aştî, rastî, heq û heqîqetê nobetê digirin û gotin: “Em ji bo piştgiriya gelê Rojava û Konanê nobetê digirin.”
* Nûnerên sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li Wanê têkildarî peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxandin kirin. Nûneran anîn ziman ku peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo aştî u azadiya gelê Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn derman e. Nûneran xwest Dewleta Tirk vê carê zelal û samîmî be.
* Hevserokên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê Mehmet Emîn Kiliç û Semra Akkoç hevdîtina li Îmraliyê nirxandin.
* Hevserokê PYD Xerîb Hiso yê ku bi şandeyekê serdana başurê Kurdistanê kir û bi partî û hêzên civakî re hevdîtin kir, anî ziman ku hevdîtinên wan baş derbas bû ne û got: “Di demên pêş de jî çûyin û hatina me wê bidome. Ew hevdîtinên ku me kirine dibe ku ji bo sererastkirina sînor bibe bingehek.”
* Çalakiyên Nobeta Sînor a li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo û Pirsûs-Kobanê ku bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê hatiye destpêkirin berdewam dike. (12.00-16.00)