* Repbêj Serhado ê piştî 11 salan hatiye Amedê behsa serpêhatiya xwe ya hunera repê kir û wiha got: “Huner li gorî min aheng e. Rep ne dûrî dengbêjiyê ye. Yanî ne armancek e. Ji ber wê, di eslê xwe de em çîrokbêj in.”
* Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada mitîngê kom bûn. Gelê Amedê bang li hikûmetê kir ku demildest gavên berbiçav biavêje û destnîşan kir ku naskirina statuya Ocalan ji bo çareseriya siyasî û aştiyeke mayînde şertê sereke ye.
* Komeleya Şêx Seîd dê bi boneya salvegera 101emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî daxuyanî bide çapemeniyê. (11:00)
* Komeleya Şêx Seîd li eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî panelek li dar bixe. (17:00)
* DFG dê yek ji kedkarên çapemeniyê Mazlûm Erencî di salvegera şehadeta wî ya 15emîn de li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi bîr bîne. (17:30)








