* Dikandarên ku li sûka penêr a li navçeya Sûrê penêr dikirin û difiroşin ji ber bihabûna penêr bi gazin in û gotin: “Berê salê carekê, lê niha du mehan carekê penêr zem dibe. Gelek caran rojane tê guhertin.”
* Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey têkildarî Konferansa Dayikên Aştiyê ya dê sibê li Amedê li dar bixin axivî û got: “Armanca me pêkanîna aştî, wekheviyê ye û bidawîkirina şer e.”
* Meşa KESKê ya bi şiyara “Em ê karê xwe paşve bistînin” ji Amedê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin dê di roja pêncemîn de li bi daxuyaniya li pêşiya Meclîsê bi dawî bibe. (10.00)
* Şaredariya Amedê, Foruma Avê ya Mezopotamyayê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê Foruma Avê ya Mezopotamyayê ya 2yemîn li avahiya ÇandAmedê li dar bixin û sê rojan berdewam bike. (10.00)
* Serokê Meclîsê û Serokê Komîsyonê Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî Numan Kurtulmuş dê bê Amedê û serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bike û paşê jî bi rêxistinên sivîl re bicive. (16.00)