* Cerdevanên gundê Şerefiyê û Darayê li Çiyayê Gabarê daristanan dibirin û êzingan bidizîka dibin navenda Sêrt û Şirnexê difiroşin û her wiha êzingan dibin qeleqolên leşkeran.
* Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) dê li otêlek Amedê komxebatek Elewîtiyê li dar bixe. (09.30)
* Dayikên Aştiyê dê bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiya mayînde ne” li ÇandAmedê konferansekê li dar bixin û du rojan berdewam bike. (10.00)
* Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 9emîn dê dest pê bike û heta 26ê Cotmehê berdewam bike. (10.00-19.00)
* Şaxa Egîtîm Senê ya Cizîrê dê li dijî destdirêjiya li ser zarokan nobeta edaletê bide destpêkirin. (11.00)
* Li Cizîrê ji bo vexwendina Yekemîn Mîhrîcana Govendê ya Jinan ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê û KASEDê ve ku bê lidarxistin dê belavok werin belavkirin. (16.00)
* Platforma Ciwanên Welatparêz bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” dê ji Pira Elîpinarê heta Birca Ben û Senê meşekê li dar bixin. Ciwan dê piştre jî “Nobeta Azadiyê” bigirin. (17.00)
* Amedspor dê li ÇandAmedê kongreya xwe ya awarte li dar bixe. (17.00)