* Li Tirkiyeyê li gorî daneyên 22 salên AKPê sermaye herî zêde ji bo şer tê xerçkirin. Lê ji bo tenduristî û xizmeta civakî sermayeya herî kêm tê xerçkirin. Di sermayeya 2025an de ji bo parastinê 1 trilyon û 608 milyar lira sermaye veqetandine. Lê ji bo qada tenduristiyê 1 trilyon û 20 milyar û 317 milyon û 291 hezar lîra veqetandin. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyigit sermayeya 2025an wekî sermayeya şer pênase kir.
* Taybet Înan di qedexeyên derketina derve yên Silopiyayê de hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma. Keça wê Halîme Akin anî ziman ku wan ji ber gulebarana tîmên taybet nekarî biçin ser cenazeyê dayika xwe û got: “Min çend caran hewl da biçim ser cenaze. Lê min nekarî. Cenazeyê dayika min 7 roj û 7 şevan li kolanê ma.”
* Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat ku di “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” de cih digire, xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe, demildest wî muxatab bigirin, piştgiriya gotinên wî bikin, bi lez pirsgirêka Kurd çareser bikin û mafên Kurdan nas bikin.
* Di 30ê Çileya 1933an de Adolf Hîtler piştî ku ji hilbijartinên 1932an bi partiya xwe ya bi navê Nazî serket li Almanyayê bibû serokwezîr. Di 23ê Adara 1933an de Hîtler bi qanûneke nû hemû derfetên dewletê xist di bin kontrola xwe de û dîktatoriya xwe mayînde kir. (Forum)
* DBP, DEM Parti û TJA, dê li dijî êrişên komen çekdar ên giredayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li navçeya Silopiyayê çalakiya meşe pêk bîne û pêş avahiya DEM Partiyê daxuyaniyê bidin. (13.00)
* Meşa Çaresariya Demokratîk û Azadiyê ku di 16ê Kanûnê de ji Amedê dest pê kir, ji Rihayê derbasî Dîlokê dibe. Dê li Dîlokê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (13.00)
* Nobeta li dijî êrîşên ser Rojava li ser Sînorê Nisêbin Qamişlo didome. Dê dîsa partî û rêxistinên demokratîk li ser sînor daxuyaniyê bidin. (12.00)