*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 16 sal berê ji bo aştiyek mayinde û çareseriya demoratîk bang kir ku komek endamên PKKê çekan dîne û bên Tirkiyeyê. Li ser vê bangê koma aştiyê ku ji 34 kesan pêk dihat, di 19ê Cotmeha 2009an de derbasî Tirkiyeyê bûn. Lê kesên ji bo aştiyê hatin, ceza li wan hat birîn û bi salan girtî man.
* Berdana girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, di meha Nîsanê de cara duyemîn 6 mehan hatibû taloqkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê berdana Îvrendî bi hinceta ku “ne poşman e û ji hevalên xwe re name şandiye” careke din 6 mehan taloq kir.
* Farûk Ozel, ligel kurê xwe M.E.O. di 2006an de li navçeya Rezan a Amedê keça xwe Neşe Ozel qetil kir. Lê piştî wê Farûk Ozel hat dîtin, ne jî M.E.O. ê hatibû girtin hat cezakirin.
* Parêzer Nahît Eren ê ku ji bo serokatiya Amedsporê hate hilbijartin got: “Amedspor ji bo gelê Kurd tîmek girîng e. Amedspor gula Kurdistanê ye.”
* Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 9emîn dê di roja duyemîn de berdewam bike. (10.00-19.00)
* Konferansa Dayikên Aştiyê ya 3yemîn dê li ÇandAmedê di roja duyemîn de bidome û paşê bi encamnameyekê bi dawî bibe. (10.00-17.00)
* Ji aliyê Şaredariya Cizîrê û KASEDê ve 1emîn Mihrîcana Govendê ya Jinan dê bi şiyara ‘Em bernadin vê govendê’ were lidarxistin. (14.00-21.00)