* Nûnerê TÎHVê Murat Aba diyar kir ku pêvajo ji bo wan girîng e ji ber ku dê Tirkiye bibe welatekî demokratîk û wan ji Komîsyonê re name şandiye û got: “Divê mafê nasnameyê û çandî yên gelê Kurd bêşert bên qebûlkirin.”
* Hevserokê Giştî yê SESê Mehmet Siddik Akin anî ziman ku budçeya tenduristiyê zêdetir ji bo nexweşxaneyên taybet tê xerckirin û got: “Ji bo wê jî gel nikare di nexweşxaneyên dewletê de xwe bigihîne tenduristiyê. Bila budçe ji bo gel bê xerckirin.”
* Nivîskar Sîdar Jîr bi munasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê derbarê pirtûka xwe ya bi navê “Duşema Rêngîn” de ku li ser berxwedana Kobanê nivîsandibû got: “Pirtûk tenê du leheng in, niha bi hezaran leheng hene. Duşema Rengîn jî dilopek ji berxwedanê bû.”
* Burhan Yildirimê ku di dema şerê Kobanê de berdevkê Mala Gel bû diyar kir ku gel bi jiyanek komunal xwedî li berxwedana Kobanê derket û got: “Me sînoran rakirin.”
* Hevserokê Meclisa Cîbicîkar a Herêma Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa diyar kir ku her çend Kobanê di bin dorpêçê de be jî, êdî Kobanê di ronahiyê de ye û li zanîngeh û dibistanên xwe ciwanên xwe perwerde dike.
* DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOP li Enqereyê wê komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” ku wê 2 rojan dom bike li Odeya Endizyarên Makîneyê li dar bixe. (10.30-17.00)
* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê dê çalakiya ji bo windayan berdewam bikin. (12.00)
* Bi minasebeta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê dê daxuyanî bên dayîn. (12.00-17.00)










