* Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz diyar kir ku li gorî lêkolîn û tespîtên wan ên heta niha kirine li Amedê 759 malbatan cenazeyên zarokên xwe yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane negirtine û got: “Heke dewlet jidil nêzî pêvajoya heyî bibe tişta ku herî ewil bike ew e ku Bankayeke DNAyê ava bike.”
* Rêveberên Şaxa OHDa Amedê Mehmet Sonmez û Gulbahar Ateş, têkildarî girîngiya mitînga “Hêvî û Azadiyê “ axivîn û wiha gotin: “Divê her kes tev li mitîngê bibin û xwedî li azadî û aştiyê derkevin.”
* Muzîkjên Haşîm Reşadat ku li Navenda Çanda Anatoliyayê perwerdehiya muzîkê dide zarokan, pirtûkeke bi navê “Cîhana Zarokan” ku ji bo perwerdehiya metalofonê ye amade kir. Taybetmendiya pirtûkê ew e ku yekem pirtûka perwerdehiya Metalofonê ya bi Kurdî ye.
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê bi dirûşma “Bila mafê hêviyê were pêkanîn, pêşî li aştiyê were vekirin” li Qada Şêx Seîd ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13:00)
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê di hefteya 881emîn a çalakiya xwe de dê li Parka Koşûyolûyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 26ê Kanûna 1997an de li Amedê hatiye windakirin bipirsin. (12:00)
* Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir dê di çarçoveya xebatên mitînga “Hêvî û Azadiyê” de li gundên navçeya Farqînê ya Amedê serdana gel bike. (11:00-15:00)
Kirmanckî
* Roşanê Gaxanî yo ke serra verêne oxir kenê û serra nêwîye ver şonê her hetê Dêrsimî de yeno pîrozkerdene. Şarê Pulurî zî şîyî serê jîyarî çilayî vêşnayî minet kerd û şayîya Gaxanî kerd. Dewijan ra Emre Kaçî derheqê nê kulturî de qisey kerd û wina vat: “Kam ke kulturê xo kerd vîndî, rêça xo welatê xo de nêmanena.”













