* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku her tim pêşketinên li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, hem di manîfestoya xwe ya berfireh de û hem jî di hevdîtinên xwe yên bi endamên Şandeya Îmraliyê re de, li ser van pêşketinan çavdêriyên girîng dike. Ocalan, bil dikêşe li ser tiştên ku hêzên hegemonîk dixwazin li Rojhilata Navîn pêk bînin, hewl dide ku rave bike da ku Kurd çawa dikarin xwe li hember van hêzan biparêzin. Ocalan, nakokiya di nava Îsraîl û Îranê jî dinirxîne. Her wiha mudaxaleya wî ya li Sûrî û êrîşên ser Rojava jî ku pêşî li şereke di nava Kurd û Ereban de girt, hêjayê zanînê ye.
* Komîsyona Meclisê di 18ê Sibatê de raporeke hevpar eşkere kiribû. Di xala 7.2yan a raporê de behsa pêkanîna biryarên DMME tê kirin. Lê Tirkiyeyê biryarên DMMEyê yên derbabarê mafê hêviyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî girtiyan, Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala pêk neanî.
* Endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur ku duh li Amedê komcivînek li dar xistin, destnîşan kirin ku di vê pêvajoyê de yekîtiya jinên Kurd di her beşê de gelekî girîng e û wiha gotin: “Hêviya me ew e ku ev 8ê Adarê bibe wesîleya yekîtiya jinên Kurd.”
* Sema Çaglak bi pêşangeha xwe ya yekem a bi mijara “Jin û Cilûbergên Kurdî” gaveke girîng di qada hunerê de diavêje. Sema Çaglakê bal kişand ser girîngiya cil û bergan û wiha got: “Li gorî min, cil û bergên Kurdî ne tenê kincên ku di rojên taybet an jî di şahiyan de li xwe tên kirin in, ew di heman demê de nasname, çand û hebûna me jî ne.”
* Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Sêrtê serdana malan bike û piştî fitarê jî dê ji bo jinan li navçeya Dihê bernameya denbêjiyê li dar bixe. (12.00-20.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM PartiyêTulay Hatîmogullari dê di komcivîna partiya xwe de li Meclise daxuyanî bide. (12.45)
* Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) dê di çarçoveya bernameya 8ê Adarê de li PTTa Bakirkoyê ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê bişîne. (14.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî erişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dê li avahiyê Şaxa Egîtîmsenê ya Hejmara 1an a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (16.00)
* Şaredariya Rêya Armûşê dê li Galeriya Hunerê “Sohbetên Remezanê” li dar bixe. (19.30)
Kirmanckî
* Gullu Goktaşa ke, Erzingande dewar kena weye wesîleya 8ê Adare ra vengê cinîyan dana û vana: “Her çî destê ma cinîyan ra yena. Cinîkî mevê qe towa nîno viraştene. Xurt vinderîme.”










