Navenda Nûçeyan – Rojnamevan û nivîskarên li Amedê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. 2 rojnamevanên di çarçoveya operasyonê de li bajarên cuda hatibûn binçavkirin û ew biribûn Eskîşehîrê jî sewqî edliyeyê hatin kirin.
Rojnamevan û nivîskarên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Eskîşehîrê daye destpêkirin de li Amedê hatibû binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Rojnamevan û nivîskarên ku li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê duh li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfadeyên wan hatin wergirtin, îro sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.
Dozgerê ku lêpirsînê bi rê ve dibe dê li ser SEGBÎSê îfadeya rojnamevan û nivîskaran wergire.
Kesên sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin ev in: “Seroka Komeleya Rojnamegeran a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, derhêner Ardîn Dîren, karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-helbestvan Ahmet Hîcrî Îzgoren, rojnameger Ahmet Sumbul, nivîskar-wergêr Omer Barasî, wênevan Emrah Kelekçîer û Fîgen Mamedoglû Alp.”
Rojnameger Bîlal Seçkîn û Berfîn Atli ku li bajarên cuda hatin binçavkirin û anîn Eskîşehîrê, ji bo îfadeyê birin Edliyeya Eskîşehîrê. Rojnameger Erdogan Alayumat, Sûzan Demîr û Tûgçe Yilmaz jî piştî îfadeya li emniyetê dê sewqî dozgeriyê bên kirin.