Komîteya Birêveber a Navenda PENa Kurd ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim li nexweşxaneyeke Hewlêrê ku lê dihat dermankirin, ji ber lewaziya gurçikan jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku dê cenazeyê Salih Muslim ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bibe. Cenazeyê Salih Muslim dê li Bendava Qamişlo were pêşwazîkirin, û li Kobanê bi merasîmeke giştî were oxirkirin. Bi munasebeta wefata Salih Muslim Komîteya Birêveber a Navenda PENa Kurd peyamek nivîskî parve kir.

‘Wî nîşanî cîhanê da ku vîna gelekî azadîxwaz ji her hêzekê xurtir e’
PENa Kurd di peyama xwe bal kişand ser jiyan û têkoşîna Salih Muslim û wiha got: “Bi dilekî xemgîn û tije kovan, em nûçeya koça dawî ya siyasetmedarê mezin, bîrmend û kedkarê rêya azadiyê, rêzdar Salîh Muslim radigihînin, Ew qehremanê ku di 3yê Adara 1951an de li bajarê berxwedanê Kobanê çavên xwe li cîhanê vekiribû, mixabin 11ê Adara 2026an li Hewlêra paytext, ji ber nexweşiya gurçikê, xatirê xwe yê yekcarî ji gelê xwe xwest û çû ser dilovaniya Xwedê.
PENa Kurd di daxuyaniya xwe de bal kişnad ser keda Salîh Muslim ya ji bo tevgera azadiyê ya Kurd û wiha pê de çû. “Salih Muslim ne tenê siyasetmedarek bû; ew mîmarê yekîtiya neteweyî û dengê rasteqin ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Di rojên herî dijwar û tarî yên berxwedanê de, wî bi felsefe û sebra xwe, karîbû biafirîne. Bi saya xebat û hişmendiya wî ya Kurdî bû yek dil, yek armanc û yek hişmendî. Wî nîşanî cîhanê da ku vîna gelekî azadîxwaz ji her hêzekê xurtir e.”
‘Rêya wî ronî û bîranîna wî her dem zindî be’
Di dawiya daxuyanya xwe de PENa Kud ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest û wiha got: “Koça dawîya vî serkirdeyê mezin û Bavê Şehîd ji bo qada siyasî û neteweyî ya Kudistanê windahiyeke gelekî giran û dilbiêş e. Em wek Komîteya Birêveber a Navenda PENa Kurd sersaxiyeke kûr ji malbata wî ya welatparêz, hemû xebatkarên qada siyasî û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin û ji bo malbatê sebr û aramiyê hêvî dikin. Rêya wî ronî û bîranîna wî her dem zindî be!”













