Boksorê Kurd Egît Kabayel ku serkeftina xwe ya di pêşbaziya şampiyoniya cîhanê de wexfî Kurdistanê kir û slogana, “Bijî Berxwedana Rojava” berz kir, bû rojeva medyaya sanal.
Boksorê kurd Egît Kabayel di pêşbaziya boksê ya şampiyoniya cîhanê de serkeftinek mezin bi dest xist. Kabayel hevrikê xwe di raûnda 3yemîn de têk bir û bû şampiyonê cîhanê. Kabayel bi vê serkeftina xwe ve gihişt asta herî jor ya boksa cîhanê.
Kabayel piştî derkete lûtkeyê li ser rîngê, hestên xwe bi temaşevanên boksê û gelê Kurdistanê re parve kir. Kabayel diyar kir ku ew serkeftina xwe diyarî Kurdistanê kir. Her wiha Kabayel ji bo balê bikişîne ser berxwedana Rojava jî dirûşmên, “Bijî Kurdistan” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.
Şampiyoniya Kabayel ji hêla hemû Kurdên li tevahiya cîhanê ve jî bi coş hate pêşwazî kirin. Di demek kin de axaftin û coşa Kabayel bû rojeva medyaya sanal. Bi hezaran kesî şampiyoniya Kabayel pîroz kir û ji ber helwesta kêfxweşiya xwe anî ziman.













