Şandeya ku ji Tevgera Nifşê Nû ya di Parlamentoya Herêma Kurdistanê-Iraq de ye pêk tê gihîşt Rojavayê Kurdistanê.
Şandeyek ji Tevgera Nifşê Nû ya di parlamentoya Herêma Kurdistan-Iraqê de, bi serkêşiya Şivan Seîd û 2 endaman Derwêş Elî û Mihdî Xakî gihîşt Rojava.
Armanc piştgiriya berxwedana gelê Rojava li hember êrişên çeteyên hikûmeta demkî ku hewl didin gelê Kurd qir bikine.
Hevserokê Meclisa Têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb û endama Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYDê Îlham Mihemed şande pêşwazî kir.













