Şanoger Teyaro jî cihê xwe di sefên berxwedanê de girt û got: “Heke Rojava here wê Bakur û Başûr jî biçin.”
Li Rojava di çarçoveya banga seferberiyê de her kes rabûye berxwedanê û xwedî li destkeftiyên Rojava derdikeve. Şanoger Teyaro jî di nav berxwedanê de cihê xwe girt û banga xwedîderketina li Rojava kir.
Teyaro ji Rojava FM re diaxive û dibêje, “Heke ku Rojava here, wê Bakur û Başûrê Kurdistanê jî herin. Her kes were, cihê têde bigire. Roj roja me ye, roja Kurda ye.”













