• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saziyên mafên mirovan xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin

Navenda Nûçeyan / AW

11 ÎLON 2025 - 16:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Saziyên têkildarî “Mafê hêviyê” serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn, ji bo di mijara behsa xeberê de sererastkirin werin kirin bang li Tirkiyeyê kirin. Saziyan, got “Bila hemû hukmên qedexeya berdana bişert digirin nav xwe bên betalkirin.” 

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di civîna xwe ya 15-17ê Îlonê de mijara “Mafê hêviyê” bigire rojeva xwe. Rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê yên demek berê agahî bi komîteyê re parve kiribûn, li navenda giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan. Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci, Serokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ê Enqereyê Mûrat Yilmaz û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li daxuyaniyê bûn.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di civîna xwe ya 15-17ê Îlonê de mijara “Mafê hêviyê” bigire rojeva xwe. Rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê yên demek berê agahî bi komîteyê re parve kiribûn, li navenda giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan. Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci, Serokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ê Enqereyê Mûrat Yilmaz û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li daxuyaniyê bûn.

Parêzera OHDê Hulya Yildirim biryara DMMEyê ya di sala 2014an a der heqê Rêber Apo bi bîr xist û got: “Parêzerên birêz Abdullah Ocalan di sala 2003yan de serlêdan kirin. DMMEyê jî di 18ê Adara 2014an de biryara xwe da. Di vê biryarê de, cezayê muebbeta girankirî yê bêyî mafê berdana bişert a birêz Ocalan di çarçoveya mafê hêviyê de nirxand û weke binpêkirina xala 3yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. Bi vê yekê re cara ewil têkildarî mafê hêviyê, ji bo Tirkiyeyê biryara binpêkirinê hate dayin. Lewma biryareke dîrokî ye.”

Hulya Yildirim bal kişand ser biryarên di heman çarçoveyê de û got: “Di dosyayên Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de jî DMMEyê biryara binpêkirinê da. Lêbelê li gel ku bi ser re deh sal û nîv derbas bûne jî hêj Tirkiyeyê di vê mijarê de tu sererastkirin di qanûnên xwe de nekiriye. Lewma jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê neçar ma ku têkildarî Tirkiyeyê pêvajoya venêrînê bide destpêkirin.”

Hulya Yildirim biryara navberê ya Komîteyê ku di 19ê Îlona 2024an de dabû bi bîr xist û wiha domand: “Komîteyê, careke din got divê mekanîzmeyeke ku dem bi dem cezayê muebbeda girankirî jinûve ber çavan derbas dike were avakirin. Di vê mijarê de li Tirkiyeyê tu pêşketin çênebûn lewma Komîteyê fikarên xwe anî ziman û bang kir ku gavên pêwîst tavilê bên cîbicîkirin. Her wiha, têkildarî hikûmxwarên muebbeda girankirî agahiyên berfireh ji Tirkiyeyê xwest. Ev biryar bi aşkerayî nîşan dide ku Tirkiye berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî bi cih nayîne.”

Di berdewamê de Hulya Yildirim anî ziman ku bi ser biryara “Ocalan (2)” û yên der heqê Kaytan, Gurban û Boltan de zêdetirî 10 sal derbas bûn lê hêj jî bi hezaran girtî ji mafê hêviyê bêpar tên hiştin û wiha pê de çû: “Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NYê di rapora xwe ya 14ê Tebaxa 2024an de ragihand ku hêj niha jî li Tirkiyeyê zêdetirî 4 hezar girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn hene. Ev rejîma cezayê, bi xwe re encamên giran û rûxîner tîne, jiyana mirovan û hêviya girtî û malbatên wan tune dike.”

Hulya Yildirim bangên Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya NYê jî bi bîr xist û got: “Komîteyê xwest ku Tirkiye qanûna înfazê ya Hejmar 5275 û Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê li ber çavan re derbas bike, kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn piştî demekê maqûl bên berdan û cezayên wan bên kêmkirin. Lê Tirkiyeyê di tu planeke xwe ya çalakiyê de gavek neavêt. Ev rewş, nîşan dide ku Tirkiye ji teahûda demokrasî û hiqûqê dûr ketiye.”

Hulya Yildirim wiha domand: “Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di 22yê Cotmeha 2024an de li Meclisê got Ji bo hikûmxwarê li Îmraliyê dikare li ser mafê hêviyê were nîqaşkirin. Li ser vê yekê, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di 14ê Gulana 2025an de ragihand ku dê tu sererastkirinên qanûnî neyên kirin. Ev daxuyanî nîşan dide ku hikûmet naxwaze tu sererastkirinan bike û helwesta wê ya li hemberî biryarên DMMEyê bi aşkerayî raxist berçavan.”

Hulya Yildirim ev daxwaz rêz kir: “Em ji Komîteya Wezîran daxwaz dikin ku ji bo cîbicîkirina biryarên Ocalan (2), Gurban, Kaytan û Boltan bi awayekî çalak bişopînin. Em dixwazin ku ev dosya bi awayekî rêkûpêk bixin rojevên civînên mafên mirovan. Hewceye tevahiya hukmên di hiqûqa Tirk de berdana bişert qedexe dikin bên rakirin.

Em dixwazin dozên koma Gurbanê di çarçoveya prosedura bilezkirî de bimînin. Divê têkildarî hikûmxwarên muebbeda girankirî de ji Tirkiyeyê îstatîstîkên berfireh bên daxwazkirin. Di heman demê de em dixwazin Serokê Komîteyê yan jî Sekreterê Giştî di çarçoveya Rêgezên Demokrasiyê ya Reykjavîkê de ji Tirkiyeyê re danezanê bişînin. Tirkiye, endama Konseya Ewropayê ye, aliyekî PMMEyê û mecbûr e biryarên DMMEyê bicih bîne. Tevî vê jî bi sala ye tu gavek neavêtiye. Bi hezaran kes ji mafê hêviyê bêpar hatine hiştin. Em jî dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe û bang li Tirkiyeyê dikin ku tavilê biryarên navneteweyî cîbicî bike.”

Metîn Bakkalci jî anî ziman ku Tirkiye biryarên konseyê bicih nayîne û bi vê yekê re sûc dike. Bakkalci, got: “Jixwe DMMEyê li ser vê bingehê biryara binpêkrinê da. Ev ji bo hemû mirovan derbasdar e.”

Şevîn Kaya a OHDî jî got ku cîbicîkirina biryara “mafê hêviyê” ji bo pêvajoyê krîtîk e.

Mûrat Yilmaz jî got ku cezayê muebbeda girankirî li dijî hiqûq û mafên mirovan e, xwest di vê mijarê de di qanûnan de sererastkirin bên kirin.

Huseyîn Kuçukbalaban jî tiştên li girtîgehan tên jiyîn weke “îdama bi demê re hatiye vehêlandin” nirxand û got: “Di vê pêvajoyê de Ocalan yek ji kesên herî krîtîk e, aktorê aştiya Tirkiyeyê ye. Divê şert û mercên wî bên başkirin.”

Saziyên agahî bi Konseyê re parve kiribûn ev in:

* Komeleya Di Înfakizina Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST)

* ÇHD

* Baroya Amedê

* Baroya Colemêrgê

* Baroya Rihayê

* Baroya Wanê

* Baroya Şirnexê

* ÎHD

* OHD

* Weqfa Civak û Lêkolînên Hiqûqî

* TÎHV

Etîket: daxwazMafê Hêviyêrastkirinsazî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

6 ADAR 2026
Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

5 ADAR 2026
Tirkiye biryarên DMMEyê nas nake 

Tirkiye biryarên DMMEyê nas nake 

3 ADAR 2026
Rostem Siyahtaş: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

Rostem Siyahtaş: Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were

2 ADAR 2026
OHD: Azadiya fizîki ya Abdullah Ocalan azadiya civaka Kurd e

OHD: Azadiya fizîki ya Abdullah Ocalan azadiya civaka Kurd e

28 SIBAT 2026
OHD li Amedê bang kir: Mafê hêviyê mafê gelan e

OHD li Amedê bang kir: Mafê hêviyê mafê gelan e

27 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne