Welatiyên Amedê ku tev li nobeta parastina Rojava ya li Qada Şêx Seîd bûn gotin: “Divê em ji bo Rojava her kêlî li ser pêyan bin. Em piştgiriyê didin gelê xwe yê Rojava.”
Êrişên çeteyên HTŞê û DAIŞê ku bi piştgiriya Tirkiyeyê tevdigerin li ser Rojava û Kobanê berdewam dikin. Ji bo şermezarkirina êrişan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin. Li Amedê li dijî êrişan û ji bo parastina destkeftiyên Rojava, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Qada Şêx Seîd çalakiya nobetê hatiye destpêkirin. Her roj du sê sazî nobetê digirin û gel piştgiriyê dide vê çalakiyê.
Welatiyên ku têkildarî êrişên li ser Rojava ji ajansa me re axivîn, nerazîbûn nîşanî êrişan dan û banga piştgiriya Rojava kirin. Welatiyan wiha got: “Em li dijî êrişên li ser Rojava van çalakiyan li dar dixin. Em dixwazin bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de bin. Em ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava li vê derê ne. Wek gelê Amedê em li ser pêyan e. Em piştgiriyê didin gelê xwe yê Rojava.”













